KCK: Gelê me yê Êzidî divê di pêvajoyê de peywira xwe bîne cih

KCK: Gelê me yê Êzidî divê di pêvajoyê de peywira xwe bîne cih

Serokatiya Kongeya Rêveber a KCK’ê di derbarê cejna pîroz ya kurdên Êzidî  Çarşema Sor de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de balkişandin ser pêvajoya nû ya bi înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dest pêkirin û wiha hate gotin: “Di vê pêvajoyê de wek gelê Kurd, gelê me yê Êzidî jî  divê cihê xwe bigire, rola xwe bilîze û berpirsyariya xwe bi awayekî aktîf bîne cih.

KCK’ê cejna Êzdiyan Çarşema Sor ku li gorî salnameya  berê di çarşema yekemîn ya meha Nîsanê de tê pîrozkirin, pîroz kir. KCK’ê wiha got: “Em cejna Çarşema Sor li hemû Êzdiyan pîroz dikin. Hêviya me ewe ku ev roja pîroz li Kurdistanê di navbera hemû mezheban de bibe wesîleya aştî, biratî û piştevaniyeke bi hêz. Ji sedsalane, Çarşema Sor tê pîrozkirin û  ev roj wek roja hatina biharê û roja vejîna Melekê Tawûs tê qebûlkirin. Di heman demê de rojeke girîng ya yekitiya gelên Êzdiyane.

Gelê Êzdî ligel hemû astengiyan  baweriya Çarşema Sor, çanda û nasnameya xwe bi bedelên mezin heta roja îro aniye. Bê gûman rola tevgera azadiya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê de mezine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku: “Îro li Kurdistanê pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di heman demê de ji bo gelê me yê Êzdî jî pêvajoyeke stratejîke. Li Kurdistaneke ku nasname, bawerî û nêrîn xwe bi awayekî azad îfade bikin, divê gelê me yê Êzdî jî berpirsyariyên xwe bîne cih. Di vê pêvajoyê de wek hemû gelê Kurdistanê, divê gelê me yê Êzdî jî peywira xwe bîn ecih. Li ser vî bingehî em careke din cejna wan pîroz dikin.”