KCK: Bûyera "Asayîşê" ya li Cizîrê helwesteke zarokaye
KCK: Bûyera "Asayîşê" ya li Cizîrê helwesteke zarokaye
KCK: Bûyera "Asayîşê" ya li Cizîrê helwesteke zarokaye
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bûyera merasîma leşkerî ya bi navê asayîşa ciwanan a li navçeya Şirnex Cizîrê weke "helwesteke zarokane ya ne rast" bi nav kir. KCK'ê got, "Haya me ji vî karî tineye û biryareke me ya di vî warî de nîne."
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku bûyera "Asayîşê" ya li Cizîrê, ne biryar û planeke wan e.
KCK'ê der heqê mijarê de ev daxuyanî da: "Beriya çend rojan, li Cizîrê komeke ciwanan merasîmeke dişibe ya leşkerî pêk anîn û diyar kirin ku ew asayîşê ava dikin. Hem dîmenên ji vê merasîmê derketin holê, hem jî rê û rêbaza nîşanadana vê bûyerê ya çapemeniya Tirk bû sedem ku hin derdorên siyasî şîroveyên li ser rêxistinbûyîneke nû ya tevgera me bikin.
Ti biryar û ti planeke tevgera me ya avakirina rêxistinbûyîneke bi vî rengî tineye. Haya me ji wê merasîmê nîne û ji bo karekî bi vî rengî jî ti biryara me tineye. Diyare ku ev pratîka ciwanên li wê herêmê ye. Gelek derdoran ev bûyer nepixandin û weke ku hewldaneke sabotekirina pêvajoyê nirxandin. Lê ev bûyer di encama biryareke rêxistinê de nehatiye kirin û em ne bawerin ku ji bo sabotekirina pêvajoyê hatibe kirin. Wer xuyaye ev yek, helwesteke ne rast û zarokane ya komeke ciwanan e. Şîroveyên nepixandî û ne li cih ên li ser vê bûyerê, ne rast in.
Bila herkes zanibe, em weke tevger, hewldanên bi vî rengî napejirînin. Û li ser vê bingehê em bang li hemû komên ciwanan ên welatparêz li Kurdistanê dikin ku bê kontrol tevnegerin û nekevin nava hewldanên zerarê bidin pêvajoyê. Em bang li ciwanan dikin ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bi hêz beşdarî Pêngava Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bibin û di xeta rast de rolê bigirin ser milê xwe."
"ÇANDA DESTAVÊTINÊ, PÊKANÎNEKE RÊKÛPÊK E"
KCK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser "çanda destavêtinê" ya li Çewlikê rû da û ev yek weke "pozîsyoneke bi rêk û pêk a hêzen mêtînger" bi nav kir. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Li dijî çanda destavêtinê ya herî dawî li Çewlikê xwe da der, helwesta tevgera me û gelê me ya dijber diyar e. Tevî vê yekê jî, hêzên mêtînger vê yekê li ser axa me bi rêkûpêk dimeşînin. Herçend ev bûyera dawî weke bûyereke li herêmekê tê binavkirin jî, li cih û demên cûda hêzên dewletê li hemberî gelê me ev rêbaz hertim bikar aniye, bikar tîne. Têkoşîna li dijî çanda destavêtinê û hesappirsîna ji têgihiştina tewacizkar, wezîfeya bingehîn a saziyên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyeyî ye. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî vî mejiyê hegemonîk, sîstema bi serdestiya mêr a ji bo bêşexskirina gelê Kurd, têbikoşin. Em bang li hemû jin û ciwanên Kurd jî dikin, ku ji bo avakirina civakeke bi ehlaq û polîtîk, têkoşîna xwe bilind bikin."