KCD ji bo 3 Kurdên hatine qetilkirin peyama sersaxiyê da

KCD ji bo 3 Kurdên hatine qetilkirin peyama sersaxiyê da

KCD têkildarî 3 Kurdên Rojavayê Kurdistan ên şeva din dema xwestin ji Qamişlo derbazî Nisêbînê bibin ji aliyê polîsê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin peyama sersaxiyê weşand.

Kongreya Civaka Demokratîk di daxuyaniya xwe de ragihand ku, “Ên ku bi eraziyên mayînkirî nekarîn vîna gel bişkênin, niha dixwazin bi guleyan vê polîtîkayê bidin berdewam kirin.” KCD’ê bang li dewlet û hikumeta Tirk kir ku dawî li van êrîşan bînin, ne destê dijminahiyê destê biratî û dostaniyê dirêjî gelê Rojava bikin; her wiha bang li gelê Kurd kir ku li dijî van êrîşan bertekên xwe bilind bikin.