KCD: Êrişên li dijî ESP'ê li dijî tevahiya hêzên demokrasiyê ye

KCD: Êrişên li dijî ESP'ê li dijî tevahiya hêzên demokrasiyê ye

KCD'ê li dijî binçavkirin û zextên li berxwedêrên Parqa Gezî tên kirin nerazîbûn nîşan da û got, "Em êrişên li dijî ESP'ê weke êrişên li hemberî tevahiya hêzên demokrasiyê, dibînin. KCD'ê destnîşan kir, ku ev pêkanînên Serokwezîr Erdogan û Hukûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê têk dibin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, li dijî pêla binçavkirin û terora polêsan a li hemberî berxwedêrên Parqa Geziyê nerazîbûn nîşan da. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi binçavkirina endamên ESP'ê re, civata bingehîn a çalakiyan; tevgera çepgir a demokratîk û tevgera siyasî ya Kurd, hedef hatiye girtin. KCD'ê got, " Ev êrişên ku nîşaneya xweranegirtin a li têkoşîna demokratîk e, di heman demê de mafdarî û rewabûna van çalakiyan radixin ber çavan. Deshilatdariya AKP'ê ya xwe nekarî li çalakiyên Parqa Gezî rabigire û bi awayekî tund dest lê werda, wer xuyaye otorîte dibe û ev rewş li gelemperiya welêt dijwar dibe. Ji ber vê yekê, pêla binçavkirin û girtina endamên ESP'ê rê li ber gumanên mezin vedikin."

"EM BANG LI AKP'Ê DIKIN KU BI HURMET BE"

KCK'ê da xuyakirin ku ev pêkanînên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Hukûmeta Erdogan, pêvajoya çareseriya demokratîk tê dibe û ev xal hat destnîşankirin.

"Sedem çi dibe bila bibe, pêkanîna mîtîngan li dijî van çalakiyan, şaş e. Gotinên di van mîtîngan de hatin bikar anîn, gotinên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bikar anîn, nayên qebûlkirin. Em bang li Erdogan û hukûmetê dikin ku bi hurmet û cidiyetê nêzî gel û nirxên gel bibin."

KCD'ê da xuyakirin ku ew êrîşên li dijî ESP'ê weke êrişên li dijî hêzên demokrasiyê dibînin û bang kir, ku yên hatin binçavkirin tavilê bên berdan. Di daxuyaniyê de silav li berxwedana Parqa Gezî jî hat kirin.