KCD'ê êrîşa polîsan a li Wanê şermezar kir
KCD'ê êrîşa polîsan a li Wanê şermezar kir
KCD'ê êrîşa polîsan a li Wanê şermezar kir
KCD'ê êrîşa polîsan a li meşa li Wanê şermezar kir. KCD'ê diyar kir ku ev êrîş xweranegirtina li her şêweyên têkoşîna demokratîk e û destnîşan kir ku AKP bi vê helwesta otorîtebûyîna deshilatdariyê re welêt ber bi pêvajoyeke zehmet bi dibe.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa polîsan a dijî meşa li Wanê ya ji bo balkişandina ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan û êrîşên li dijî gelê Rojava hatibû lidarxistin, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di şûna gavên ji bo pêvajoya demokratîkbûyînê bên avêtin de, rûdana êrîşên bi vî rengî pêvajoyê dixetimîne û ev xal hat destnîşankirin: "Herî dawî, bi pêşengiya rêxistiNên civakî yên sivîl û rêxistina BDP'ê ya Wanê, bi armanca bal kişandina ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê meşek hat lidarxistin, lê belê girseya ku di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, nûnerên KCD'ê, rêxistinên civakî yên sivîl û HDP'ê, rastî êrîşa polîsan hatin.
Ev êrîşên hikûmeta AKP'ê yên xweranegirtina li her şêweyên têkoşîna demokratîk, pêvajoya çareseriya demokratîk sabote dikin.
Em weke KCD, êrîşên li dijî gel û bijarteyên wan, weke êrîşa li dijî hemû hêzên demokrasiyê dibînin û vê helwesta hikûmeta AKP'ê û polîsan şermezar dikin. Bang li wan dikin ku bi hurmet nêzî gel û vîna wê bibin."
'JI BO YEKBÛNA BI GELÊ ROJAVA RE, BIHERIKIN SERÊKANIYÊ'
Kongreya Civaka Demokratîk bal kişand ser êrîşên li Rojavayê Kurdistanê yên çeteyan û destnîşan kir ku gelê Kurd ti carî li hemberî êrîşan serê xwe netewandiye û natewîne û got, "Em bang li gelê Kurd dikin ku bi giyana yekitiya netewî li dora Rojava bicive. Ji bo yekbûna bi gelê Rojava re, emê roja 5'ê Tebaxê saet di 09.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Bajarê Amedê li hev kom bibin û ber bi Serêkaniya ser xetê, bi rê kevin."