KCD: Bi ruhê seferberiyê em ber bi Serêkaniyê ve diherikin
KCD: Bi ruhê seferberiyê em ber bi Serêkaniyê ve diherikin
KCD: Bi ruhê seferberiyê em ber bi Serêkaniyê ve diherikin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li hemberî êrîşên rejîma Baas û komên çete yên ji mirovatiyê nesîbê xwe wernegirtine û xiyanet li gelên Sûriyeyê kirine banga tevlîbûna ji bo meşa piştgiriya ji Rojava re ya wê li Serêkaniyê bê lidarxistin kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê bang li tevayî gelê Kurd kir da ku tevlî meşa li Serêkaniyê ya ji bo piştgiriya ji Rojava re bibin.
Di daxuyaniya KCD’ê de hate gotin ku têkoşîna azadiya Kurdistan bi berxwedana gelê Rojava re veguheriye destketiyeke bi heybet û wiha hat gotin, “Gelê Rojava rastî êrîşên dîktatoriya Baas û komên çete yên ji mirovatiyê nesîbê xwe wernegirtine tê. Di serî de li Tirkiyeyê di tevayî pergala navneteweyî de li hemberî Rojavayê Kurdistanê ambargoya siyasî û aborî tê pêkanîn.”
Di daxuyaniya KCD’ê de ku tê gotin, pêşeroj û azadiya gelê Rojava, tevayî gelê Kurd bandor dike wiha berdewam kir: “Roj roja ku em li Rojava xwedî derkevin. Ji ber vê sedemê tevlîbûna tevayî gelê me ji meş û kombûnê ku partî û saziyên me dane destpêkirin re em girîng dibînin. Li ser vî esasî em bang li hemû gel û pêkhateyên xwe dikin da ku li derdora Rojava bibin yek û bi ruhê seferberiyê li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.
4’ê Tîrmehê roja Yekşemê li Serêkaniyê (Ceylanpinar) em bigihêjin hev û li hemberî qetlîamên ku li dijî gelê me tê pêşxistin dengê xwe bilind bikin.
Bi vê armancê em tevayî gelê xwe roja 4’ê Tîrmehê roja Yekşemê dawetî Serêkaniyê dikin.”