Karayilan: Ger pêwîst bike çima heyetek ji me jî neçe Îmralî?

Karayilan: Ger pêwîst bike çima heyetek ji me jî neçe Îmralî?

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan û Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Ronahî Serhad bi gelek saziyên çapemeniyê yên cîhanê re hatin gel hev û pêvajoya agirbestê vegotin.

KCK’e ya ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest îlan kir û pêngavên di avêje, ji aliyê rayagiştî ya cîhanê ve bimereq tê şopandin. Gelek rojname û ajans yên nava Kurdistanê û dervey welat tên Herêmên Parastina Medyayê û pêvajoyê ji aboneyên xwe re radigehînin. Li gorî agahiyên ku ji Buroya Enformasyona Têkiliyên Derve yên KCK’ê hatine girtin, bi dehan dezgehên Tirkiyeyê, herêmê û navnetewî serlêdan kirine ku hevdîtinê bi Mûrat Karayilan re bikin. Rayedarên Buroya Enformasyonê dan diyarkirin ku, ew nikarin hemûyan bipejirînin, ji ber vê sedemê ew hinekan dihilbijêrin û qebûl dikin. Her wiha hate ragihandin ku, randewûyên hinek dezgehan jî betalkirin.

Di nava dezgehên çapemeniyê yên Karayilan hevdîtin pêre kirî, ji DYA’yê Newyork Times, ji Îngiltereyê The Indipendent, Radyoya Swêdê, Radyoya Danîmarkayê, ji Rojhilata Navîn TV’ya El Cezîre, Rojnameya Misrê El Misir El Yewn, ji Lubnanê El Etejah TV hene.

PÊVAJOYA RAGIHANDINÊ GIRAN TEVGER DIKE

Karayilan ku bersiv da pirsên rojnamevanan û diyarkir ku, hêjan wan biryara xwe vekişandinê nedane û aşkera kir ku, têkiliya wan ya bi Îmraliyê re giran dimeşe.

Karayilanê di derbarê pêvajoya agirbestê jî bersiva pirsan da, da zanîn ku beriya vê pêvajoya Osloyê jî çêbû, di paralela pêvajoya Osloyê de jî hevdîtin li Îmraliyê çêbûn û ragihand ku, ‘ji sala 93’an û vir ve ji bilî agirbesta dawî 8 caran agirbest îlan kirin.’

Karayilan li ser pirsa rojnamevanan destnîşan kir ku, ji bo çareseriyê pêwîste têkiliya wan li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebe û got: “Ger pêwîst bike çima heyetek ji me neçe Îmralî.” Karayilan da zanîn ku, “Em weke tevger dixwazin vê pirsgirêkê derbaz bikin û pêvajoyê pêş de bibin. Her çendî ku Komîsyona Aqilmendan nebese jî hate avakirin. Ji bo Komîsyona Meclisê serlêdan çêbû. Em weke tevger dê vê nîqaş bikin. Em ne alîgirên astengkirina pêvajoyê ne, em alîgirê pêşveçûna pêvajoyê ne. Lê belê têkiliya me ya bi Rêbertiyê re 15-20 rojan didome. Heyeta ku biçe gel Rêbertiyê serî li Wezareta Edaletê dide, Wezaret jî diçe Serokwezîrtiyê. Ger li wir destûr derbikeve heyet diçe gel Rêbertiyê. Piştî wê tên gel me. Em jî li ser wan nameyên ku ji me re tên dema ku dixwazîn fikrên xwe bînin ziman, heyet careke din serî li Wezareta Edaletê die û ew jî careke din diçe gel Serokwezîrtiyê. Ev jî dibe sedem ku pêvajo pir direng bimeşe. Pêwîste ji bo pêvajoya çareseriyê rêbazek wek yê Afrîka Başûr hebe. Heta ku Rêbertiya me di bin tecrîdê de be, ragihandinekî bitendurist çênabe. Ger weke mînaka Mandela çêbibe, dibe ku biryar bileztir bêne girtin. Pêwîste hîn bileztir bin. Ji bo em zûtir biryaran bigirin, ger pêwîst bike çima heyet ji me neçe Îmraliyê.”