Karayilan: Ew Egîdên demî bûn
Karayilan: Ew Egîdên demî bûn
Karayilan: Ew Egîdên demî bûn
Fermandarê Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di yekemîn salvegera şehadeta Fermandarê HPG’ê Reşîd Serdar de ew bibîr anî û got Reşîd Serdar û Kerîm Şirnex ‘Egîdên Demê ne’.
Fermandarê HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) ku 18’ê Mijdara 2012’an de jiyana xwe ji dest da li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat bibîranîn. Murat Karayilan di merasîmê de axivî û li gel Reşîd Serdar,, Fermandarê HPG’ê Kerîm Şirnex, Huseyîn Mahîr û Sakîne Cansiz bibîranî.
Karayilan da zanîn ku, ew li ber hemû şehîdên Şerê Şoreşger ê Gel rêzdarin û da zanîn ku ew di yekemîn salvgera ji dest dayîna jiyanê ya hevalê Reşîd ji malbat û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Karayilan di berdewamiya axafatina xwe de wiha got: “Dema mirov şehîdên demî û dîrokî tînin ziman, ji mirovan re giran û zor tê. Di Mijdara 2012’an de şehadeta hevalê Kerîm û Reşîd pêk hatiye. Dema em van hevalan tînin ziman, em zehmetiyan dikişînin. Ew fermandarên pêşeng ên Berxwedana Şemzînanê bûn. Em deyndarê wan in. Ji Çalakiya Oremarê heta niha, ji 2007’an heta niha di serî de xeta Zagros Oremarê gelek çalakî pêk hatin. Heval Reşîd di van çalakiyan de kedek mezin daye û bi performansa xwe ya leşkerî, ev ruhê srehildanê gihandiye asta herî jor. Sekna mîlîtan û çalakger di şexsê heval Reşîd de gihişt asta herî jor. Wendahiya Egîdên vê demê ji bo me gelek zor û giran bû. Lê di heman demê de berpirsyariya me jî girantir kirine. Ya ji me re dimîne divê em têkoşîna wan bilind bikin.
NÛNERÊ CESARETA GELÊ BOTANÊ BÛ
Heval Reşîd di ‘Şerê Şoreşger ê Gel de’ sembolek bû. Di her qadên têkoşînê de pêşengî kir. Ez vê ji bo ku şehîd ketiye nabêjim; hemû hevalên ku wî nas dikin şahidê vê ne. Di her şerî de bi fedayiyek mezin têkoşiya. Di nava pratîkê de bû. Her tim fermandar Egîd ji xwe re mînak girt. Hewl da wî temsîl bike. Temsiliyeta cesareta gelê Botanê bû. Di şer de bi cesaret tevdigeriya. Di her şert û mercî de bi fedekariyeke mezin têkoşîn meşandiye. Bi taybet jî di her çalakiyê de encamên gelek baş bi dest xistiye.
KELECANA GULEYA YEKEMÎN A DIHÊ HER TIM JIYA
Di têkoşîna xwe ya 22 salan de rolek mezin lîstiye û fermandarekî mezin bû. Ti caran ji derfetên kesên din fêde negirt. Di şert û mercên herî zehmet de bi hewldan û derfetên xwe li qadê cih girt. Ruhê bidestxistinê taybetiya herî mezin ya heval Reşîd bû. Her tim rêbazek çareseriyê didît.
Hevalê Reşîd û Kerîm Şirnex, di şopa heval Egîd de meşiyan û ji xwe re mînak girtin. Ger mirov behsa heval Egîd bikin, mirov karin bêjin ku heval Reşîd ew ji bo xwe mînak girtiye. Heval Reşîd guleya li Dihê hat teqandin her tim jiya û xist pratîka xwe. Ew ruh ji xwe re esas girtiye. Heval Reşîd jî bi xwe ji Eruhê ye.”
TÊKOŞÎNA 22 SALAN Û PÊNGAVA 2012’AN
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yek ji qadên herî dijwar ên qada têkoşîna me Çelê ye. Li gel vê heval Reşîd têkoşîneke mezin daye û di sala 2012’an de li wir cih girtiye. Di 18 hedefan de çalakî pêk aniye û encamên gelek baş bi dest xistiye. Di vê terzê de rêxistinkirina çalakiyê taktîk û kûrbûneke cidî dixwaze.
Heval Reşîd girîngiya çalakiya Çelê di bernameyê de wiha gotibû: “Çalakiya Çelê nîşan daye ku li cihên herî zêde dijmin bi hêz e jî çalakiyên mezin dikarin pêk werin.” Ev jî nîşan dide ku ruh û terzê Egîdan pêre heye. Di berxwedana Şemzînanê de jî xwe nîşan daye.”
Karayilan destnîşan kir ku kesayeteke in ya mirov mînak bidin hevalê Huseyîn e û di axaftina xwe de endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Mahîr Çelîk yê bi navê kod Huseyîn Mahîr jî bibîranî.
“Hevalê Huseyîn fedayiyê tevgera me bû. Ji bo li herêmên herî dijwar yên şer cih bigire, li eniyên herî pêş wezîfeyê bike, salekê dema di rêveberiyê de bû nîqaş dikir. Hevalê Huseyîn di rapora xwe ya pêşniyarê ya di arşîva me de cih digire digot; 'Eger ez şehîd bikevim jî wê ev yek bibe tevkariyek ji bo tevgera me be, eger şehîd nekevim, bi ezmûna xwe re ezê ji rêxistin û hevalên xwe yên pêre têdikoşim bibim alîkar. Ji bo vê yekê jî dixwazim rêxistin li qada têkoşînê ya Bakur wezîfeyê bide min.' Rihê hevalê Huseyîn temsîl dike, ruhê fedaîtiye, ev Apoyîtiya fedaî ye."
‘BI DILDOZÎ, JI DILTÎ Û HEVALTIYA JINAN RE FERMANDAR KERÎM’
Karayilan dewama axaftina xwe ji yek ji fermandarên HPG'ê Hamît Akil (Kerîm Şirnex) re veqetand, ku di 3'ê Mijdara 2012'an de di encama bombebarana hewayî de li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabû.
Karayilan anî ziman ku, Kerîm Şirnex 28 salên xwe li çiyayên Kurdistanê derbas kir û destnîşan kir ku Kerîm Şirnex ji salên destpêkê yên têkoşîna çekdarî ve bû yek ji fermandarên ku gerîlatî mezin kir.
Karayilan wiha axivî:
HEVALÊ AHMET RAPO'YAN KERÎM ŞIRNEX
"Hevalê Kerîm bi durustiya xwe, bi kesayetiya xwe ya pak, bi sekna xwe ya dilsoz û wefakar milîtanekî mînakdare. Hevaltiya wî gelekî ji dil bû û gelekî dilsozê hevaltiyê bû. Di hevaltiya jinan de jî milîtanekî mînakdar bû. Beriya her tiştî hevalê Kerîm li akademiya Jinê perwerde dît. Di tevahiya jiyana xwe de bi kesayetiya xwe ya pak, bi durustî û kedkariya xwe re ji her kesî re bû mînak. Di nava partiya me de gelekî kêm heval hene ku wî nas nakin. Gerîla çawa bû gerîla? Bi beşdariyên 1984 û 1985'an re bû gerîla. Eger bi baldarî lê were temaşekirin, piştî sala 1985'an gerîla ket asteke krîtîk. Yên ku ev rewşa krîtîk veguehrandin şoreş û artêşeke mezin Kerîm, Enver Omaynû û Ahmet Rapo ne. Yên vê demê yanî di salên 84-85'an beşdar bûne, bûne maya bingehîn a gerîla.
Di hevaltiyê de kesayetekî bêhempa bû. Hevaltiya wî, kesayetiya wî ya partiyê, durustiya wî û dilsoziya wî ji bo me hemûyan mînak e.
Fermandariya hevalê Kerîm, di şert û mercên herî zehmet de banga têkoşînê ye. Li ku derê rewşeke xetimandî, rewşeke zehmet hebûya ev yek ji bo hevalê Kerîm bangek bû. Yê ku bersiva yekemîn da banga têkoşînê ya hevalê Rustem ê di şerê Qendîlê yê 2000 de şehîd ket, kî bû? Hevalê Kerîm bû. Li ku derê valahiyek hebûya, li ku derê pêwistî bi taktîka gerîla hebûya, hevalê Kerîm li wê derê bû. Hevalên bi hevalê Kerîm re şehîd ketin, milîtanên giranbuha yên tevgera me bûn. Yek ji wan jî Hakî Uludag bû. Bi durustî, hevaltiya xwe ya pak û dilsoziya xwe re kesayetekî mînak bû. Diya wî, bavê wî, xwişk û birayên wî bi kurtasî tevahiya malbata wî malbateke şoreşger bû. Di hevaltî û milîtaniyê de hevalekî durust, xwedî bawerî û mînakdar bû. Hevalên pak yên mîna hevalê Hakî dê her tim ruhê PKK'ê temsîl bikin."
‘HEBÛNA HEVALA SARA BI XWE CESARET DIDA’
Mûrat Karayilan da xuyakirin ku weke Kerîm Şirnex, Reşîd Serdar Huseyîn mahîr, Rojîn Gewda yek ji fermandarên mînak Celal Başkale (Mahîr Koç) bû û got, "Min demekê jê re digot 'panzer'. Berê xwe dida ku derê ew der qezenç dikir û bi ser diket. Me di têkoşîna xwe ya li Derya Reş de jî dîtin ku windahiya wî ji bo qada me ya Derya Reş windahiyeke mezin e."
Karayilan axaftina xwe bi bîranîna fermandarên HPG'ê û yek ji damezînerên PKK'ê Sakîne Cansiz yên di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dan, bi dawî kir. Karayilan di vê mijarê de wiha peyivî:
"Şehadetên salên dawî yanî şehadetên 2011, 2012 û herî dawî jî 2013 ji bo me şehadetên gelekî giran in. Fermandarên bi ked, hewldan û cesareta xwe derketin pêş Rustem, Elîşêr, Çîçek, Simko, Nûman û hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî yên li Parîsê jiyana xwe ji dest dan, ji bo me windahiyê mezin in. Hala Sara salên dirêj têkoşîneke mezin meşand, hevala Sara li gerîla jî, li qada civakî jî, l, zîndanan jî her tim li refên pêş ên têkoşînê bû. Li Botanê, li Herekolê, li Bestayê û li Kela Memê bi sekna xwe her tim bû mînak. Hebûna hevala Sara ya li nava tabûrekê jî têr dikir ku cesaretê bide her kesî. Milîtanên bi vî rengî ji bo me bûne nîşan. Divê di bîranîna wan de kûrbûn were kirin. Divê em li ser hûr û kûr bifikirin ka di pratîkê de emê çawa karibin wan jîndar bikin. Di kesayetiya Egîd û Reşîdan de em soza serketinê careke din ji bo şehîdan dûbare dikin."