Karayilan: Dewlet pêvajoyê têk dibe

Karayilan: Dewlet pêvajoyê têk dibe

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di pêvajoya vekİşînê de di şûna kêmkirina karên leşkerî de amadekariyên şerekî giran tên kirin û ev yek di nava Kurdan de rê li ber fikaran vedike. Karayilan got, "Dewlet ji bo pêvajoyê têk bibe, çi ji dest tê dike. Xwe ji bo şer amade dike."

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, der heqê mijarên; rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk, astengiyên dewletê, gavên di qonaxa duyemîn de divê werin avêtin, konferansên çareseriya demomkratîk, êriş û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan da xuyakirin, ku ew ji nêzîkatiya hukûmetê ya li pêvajoyê bi fikarin û 2-3 heftene li ser rêveçûna pêvajoyê di nava xwe de nîqaşên berfireh dikin. Karayilan got, "Herî dawî şandeya BDP'ê hat, nirxandinên xwe ragihandin. Derket holê ku Rêberê me jî heman fikar û gumanên me parve dike. Li beramberî hemû hewldanên Rêber Apo û pratîka tevgera me ya ji bo bicihanîna berpiryariyên xwe, dewlet û hukûmetê heta niha gaveke ku baweriyê bide me, ne avêtiye. Ev nêzîkatiya dewletê, pirsgirêkeke mezin."

Karayilan bal kişand ser kar û barên dewletê yên piştî vekişîna gerîla kiriye û di vê mijarê de weha peyivî: "Bi vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re, diviyabû qereqol û lîwayên leşkerî kêm bibûya, lê berevajî hatin zêdekirin. Em dibînin, mîna bêjin "firsend ev firsende" projeyên qereqolan pêk tînin. Dibe ku haya mirovên li rojavayê Tirkiyê jê tinebe, lê ez ji bo wan dibêjim; Îro gelek bajarên Kurdistanê yên mîna Şirnex û Colemergê, veguherîn qişlayeke leşkerî. Mînak; nifûsa Çelê 9 hezar e, lê hejmara leşkerên li derdorê bicih bûne, 18 hezar e. Bi vekişîna gerîla re diviyabû hejmara leşkeran kêm nebûya? Lê berevajî, qereqolên nû çê dikin. Gelo ev çiye? Em hêzên xwe vedikşînin, lê ew cihê me vala kirine tije leşker dikin."

"DI NAVA CIVAKA DEMOKRATÎK-SIVÎL DE CIHÊ PERGALA CERDEVANIYE NÎNE"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ragihand, ku nuqteyeke girîng a pêvajoyê afirandina civaka demokratîk a sivîl e û destnîşan kir, ku zêdekirin an dewamkirina cerdevanan, li dijî giyana civaka demokratîk û sivîl e. Karayilan da xuyakirin ku cerdevanî, li pêşiya pêşketina civakeke asayî de, asteng e û got, "Eger şer tê bi dawîkirin, pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û çareseriya aştî û demokratîk di rojevê de ye, hingî divê ev pergala cerdevaniyê ji holê bê rakirin. Em dixwazin bizanibin nêrîna AKP'ê çiye? Wê pergala cerdevaniyê rake yan na? Divê vê eşkere bike."

"FIRÎNA BALAFIRÊN KEŞFÊ, AMADEKARIYA TEVGERA LEŞKERÎ YE"

Karayilan bal kişand ser zêdebûna firînên balafirên keşfê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku di leşkeriyê de çêkirina keşfê tê wateya amadekariyên çalakiyan. Karayilan got, "Keşif, amadekariya çalakiyê, amadekariya êrişa hewayî ye. Eger niyeteke wan a bi vî rengî nebaş tinebe, hingî ev keşif ji bo çiye? Me berê jî gotibû, ev hewldan, pêvajoya vekişînê lewaz dikin. 

"DIVÊ ŞERT Û MERCÊN RÊBER APO TAVILÊ WERIN BAŞKIRIN"

Karayilan da xuyakirin ku dewlet bi van pêkanînan re, ji bo pêvajoyê sabote bike çi ji dest tê dike û di heman demê de xwe ji şer re amade dike. Karayilan diyar kir ku ev yek li gel wan rê li ber fikarên cidî vedike û civaka Kurd jî heman fikar û gumanan dijî.

Karayilan bal kişand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo serketina pêvajoyê û diyar kir, ku tevî vê rastiyê jî tecrîda li ser Ocalan bi dijwarî dewam dike. 

Karayilan got, "Li ser navê aliyê Kurd, bi Rêber Apo re hevdîtinê dikin. Ji ber vê yekê, divê Rêber Apo karibe bi derve re têkiliyê deyne û me re têkiliyê deyne û hin şande karibin biçin gel wî. Dibe ku pêwistiya wî bi şêwirmendan hebe. Ev pirsgirêk, pirgirêkek sed salan e. Eger bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê rakin. Divê karibe bi me re bi hêsanî têkiliyê deyne. Lê di vê mijarê de ti guhertinek çê nebûye. Tecrîd hînê dewam dike. 

"SIYASET BI DÎLGIRTINA SIYASETMEDARAN NABE"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ragirtina siyasetmedarên Kurd li girtîgehên Tirkiyê nirxand û got, "Eger çek bi dawî bûne û dibêjin "Wê têkoşîna fikir were dayîn, siyasetê were kirin" hingî çima ewçend beşeke mezin a siyasetmedarên Kurd dîl tên girtin. Yên siyasetê bimeşînê di zindanê de tê ragirtin, gerîla jî xwe vedikişîne.  Hinê dixwazin çi bikin? Eger pêvajoyeke nû di rojevê de ye, pêvajoya çareseriya demokratîk destpê kiriye û çareseriya siyasî di rojevê de ye, divê siyaseta Kurd jî azad bibe."
Karayilan da xuyakirin ku dadgehên Tirk, mîna di dozên komkujiya Roboskî û KCK'ê de tê dîtin, li dijî gelê Kurd weke dadgehên şerê taybet ên bikaranîn û ev nêzîkatî bi kêrî çareseriyê nayê.

"DI QONAXA DUYEMÎN DE BAR DIKEVE SER MILÊ DEWLET Û HUKÛMETÊ"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ragihand, ku di pêvajoya çareseriyê de êdî qonaxa duyemîn destpê kiriye û destnîşan kir, ku qonaxa duyemîn jî ji kar û wezîfeyên dewlet û hukûmetê pêk tê. Karayilan ji bo qonaxa duyemîn got, "Divê beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin, nexwe pêvajo nameşe. Pêwîste hukûmet nêrîna xwe ya li ser cerdevanî û qereqolan rave bike û di van mijaran de gavên pê bawer biavêje."

Karayilan da xuyakirin ku du lingên vê pêvajoyê hene, yek ew e yê din jî dewlet û hukûmet e. Karayilan anî ziman ku pirsgirêk li ser lingekî çareser nabe û eger dewlet û hukûmeta Tirk dixwaze bi rastî vê pirsgirêka dîrokî çareser bike, divê ciddî tevbigere û gavan biavêje.

"KONFERANSA AMEDÊ SERKETÎ BÛ, DIVÊ DEWAM BIKE"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, pêkhatin û encamên Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Enqerê û Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê ya li Amedê, serketî nirxand û xwest, ji bo selametiya pêvajoya çareseriyê, herdu konferans berpirsyariyên xwe di demên pêş de jî bicih bînin.

Karayilan Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê silav kir û destnîşan kir, ku ew encam û biryardariya di konferansê de derketiye holê erênî dibînin û tevlê dibin. Karayilan got, "Em weke tevger, li pişt van biryarên konferansê ne û piştgiriyê didin. Lê ya girîng ew e, ku civata konferansê di dema pêş de li xwedî van biryardariyên xwe derkevin, bicihanîna wan bişopînin û di çareseriya demokratîk de roleke girîng bigirin ser milê. Ev konferansa li Bakurê Kurdistanê pêk hat, dikare ji bo diyarkirina çarenûsa gel ê me, xwedî roleke mezin be. Pêkhatina konferansek bi vê astê, ji bo rastiya netewa demokratîk û çareseriya wê girîng e. Ji ber vê yekê, tevlêbûna nûnerên Asûrî, Suryanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, îsa Êzidî û Elewî, ji bo rastiya netewa demokratîk gelekî girîng e. Bi dîtina min, di konferansê de rastiyek heye ku ji aliyê herkesî ve têrker nehatiye dîtin. Ew jî; gelê Kurd bi ked û berdêlên mezin hatiye vê qonaxê. Nêzî 20 hezar zarokên vî gelî şehîd ketine. Divê gelên Kurdistanê û tevahiya rêxistinên Kurdistanê, xwedî li van nirxên xwe derkevin."

"KONFERANSA LI EWRÛPAYÊ JI BO PIŞTGIRIYA DERVE, GELEKÎ GIRÎNG E"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkek navnetewî ye, lewma Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Derveyî Welat, ku wê li Ewrûpayê bê lidarxistin, ji bo çareseriya pirsgirêkê xwedî girîngiyeke mezin e. Karayilan got, "Bi dîtina me, pêwîste di vê konferansê de daxwaz û projeyên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd werin kifşkirin. Divê beşdarên konferansê, bi tenê bi konferansê sînorkirî nemînin, hewldanên xwe her dewam bikin."

"KONFERANSA LI HEWLÊRÊ, PLATFORMEK JI BO YEKITIYA NETEWÎ YE"

Karayilan ba kişand ser girîngiya yekitiya gelê Kurdistanê li her çar parçeyan û diyar kir ku pêknehatina vê yekitiyê kêmasiyeke ciddî ye. Karayilan weha peyivî: "Herkes yekitiyê ava dikin. Yekitiya Ewrûpa heye, Yekitiya Ereban heye, Yekitiya Efrîka heye. Bi kurtasî, civakên ne xwedî heman nirxane jî, li dora berjewendiyên hevpar dicivin û yekitiyê ava dikin. Lê belê weke gelekî xwedî heman nirxane em nikarin bên gel hev û yekitiyê çê bikin. Platforma Konferansa Netewî ya li Hewlêrê li hev kom bibe, dikare bersivê bide vê pêwistiyê. Armanca me ya niha ev e. Li vê platformê wê li ser piştgiriya netewî ya navbera Kurdan û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Ev rêxistinbûyîn, ne li dijî ti dewletan e. Platformeke demokratîk e ku wê çareseriya pirsgirêka Kurd lê were gotûbêjkirin. Heta niha ti astengî xuya nakin. Di hin qonaxan de gotûbêjên destpêkê yên konferansa netewî tên kirin. Eger ev gotûbêj bigihêjin encameke baş, wê di roj an jî hefteyên pêş de komîteya amdekar weer avakirin. Hêvîdarim wê sala 2013'an bibe sala yekitiya Kurdan."

"NAMEYEKE TAYBET A RÊBER APO JI BO BERZANÎ NIVÎSANDIYE TINEYE"
 
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan der heqê hin nûçeyên televîzyon û malperên Înternetê yên digotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê re nameyek taybet şandiye, nirxand û diyar kir, ku nûçeyên hatine dayîn ne rast in. Karayilan di vê mijarê de weha peyivî:

"Nameyeke taybet tineye. Lê Rêberê me bi rêya şandeya BDP'ê ji me re beriya niha nameyek şandibû û di nameyê de jî silav li Birêz Mesût Berzanî, Birêz Nêçirvan Berzanî, Birêz Noşîrvan Mûstafa û Birêz Mam Celal kiribû û ji wan re tenduristiyeke baş û serketin xwestibû. Min jî ji wan re peyamek nivîsand û silavê Rêberê me li wan kir. Yanî mesaja ji wan re çûye, li ser navê min çûye. Ev jî berî meh û nîvekê bû û ji aliyê min ve hat şandin."

"KURD PÊŞENGIYA ŞOREŞA LI SÛRIYEYÊ DIKIN"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û bibîr xist, ku di çarçoveya pêvajoya li Sûriyê de, gelê Kurd bi lez tevgeriyaye û pêvajoya şoreşa xwe dane destpê kirin. Karayilan diyar kir, ku pêvajoya şoreşgerî ya di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Kobanî destpê kir, pêl bi pêl li tevahiya Rojavayê Kurdistanê belav bûye, Kurdan dest bi avakirina rêveberiya xwe ya xweser kirine û li dijî êrişan, Yekîneyên xwe yên Parastina Gel gihandiye asteke girîng.

"LI ROJAVA, ÇEK TENÊ JI BO PARASTINÊ YE"

Karayilan da xuyakirin ku xeta siyaseta Kurd a li Rojavayê Kurdistanê, alîgiriya şoreşa li Sûriyê dike, lê di şûna têkoşîna çekdarî de, stratejiyek li ser bingeha şoreşa bi rêbazên siyasî dipejirîne. Karayilan anî ziman, ku ji ber êrişên hêzên derve berxwedaneke xurt a çekdarî hhatiye destpêkirin û got, "Kurdan bi destpêkirina têkoşîna çekdarî re, xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin û bê alî man. Ne piştgirî da rejîmê ne jî bi muxalefetê re meşiya. Çekên di destê xwe de jî, tenê ji bo parastina xwe bikar anîn. Ew ji xwe re têkoşîna siyasî esas digirin û çekê ji bo parastina xwe ya rewa hildigirin. bi van polîtîkayên xwe re, xwe parastin û vuherîn hêzeke mezin."

"PIŞTGIRÎ DAYÎNA XETA SÊYEMÎN, HELWESTEKE PÎVANÎ YE"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku ew weke tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê weke helwesteke pîvanî piştgiriyê didin xeta sêyemîn a li Rojavayê Kurdistanê û anî ziman, ku ew heman helwestê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dimeşînin û xeta li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, rast dibînin. 

Karayilan da xuyakrin, ku di dema dawî de bi piştgiriya dewleta Tirk, komên çekdar êrişî Heleb, Efrîn, Serê Kaniyê û hin bajarên din ên Kurdan kirin û destnîşan kir, ku gelê Kurd heta niha ev êrişên li hemberî xwe ji holê rakir. Karayilan got, "Berxwedana hêzên YPG'ê ya li Efrînê bi piştgiriya gel da meşandin, berxwedaneke dîrokî ye. Gelekî bi nirx e. Li wê derê, ji bo gelê Kurd têkoşîna rûmet û nasnameyê tê meşandin. Divê ev berxwedana ji bo rûmetê, were xurtkirin. Li gel vê yekê, nifûsa Efrînê bi koçberiya ji Helebê re du qat zêde bûye. Tevî êrişan, tengaviyeke mirovane (birçîbûn) rû daye. Pêwîste her Kurdek li her devera lê dijî ji bo gelên Efrîn û derdora wê dest bi kampanya alîkariyê bidin.

"TEVLÊBÛNA DESTEYA BILIND LI KONFERANSA CENEVREYÊ, SERKETINA DÎPLOMASIYA KURDAN E"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan serdana Desteya Bilind a li Rûsyayê jîn rixand û destnîşan kir, ku encamên vê serdanê girîng bûn. Karayilan diyar kir, ku hêza yekane ya li Sûriyê xwedî polîtîkayeke zelal û rast, Kurd e û got, "Lewma mafê wan e ku beşdarî platformên li qada navnetewî bibin. Agahî tên, ku nûnerê Kurdên Rojavayê Kurdistanê Desteya Bilind, wê tevî Konferana Cenevreyê bibe. Ev yek, serketineke girîng a têkoşîna gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê ye. Li ser gelê me ambargoyek, astengiyek navnetewî heye. Bi beşdariya Desteya Bilind a li Konferansa Cenevreyê re, ev ambargo wê ji holê rabe. Bi dîtina min ev serketineke dîplomatîk e. Ji bo pêşeroja Sûriyeke demokratîk, Kurd dikarin roleke çalak bileyzin."

"EGER AKP LI GORÎ PEYAMA RÊBER APO TEVBIGERIYA, BÛYERÊN LI GEZÎ NEDIHAT SERÎ"

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan berxwedana bi Parqa Gezî re destpê kir nirxand û destnîşan kir, ku eger hukûmeta AKP'ê li gorî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newrozê hat eşkerekirin tevbigeriya, wê bûyerên bi Gezî re destpê kir, nehatiba serê wan. Karayilan got, "Eger AKP'ê li hemberî protestoyên civakî yên li dijî zext û feraseta yekperestiyê, bi dijwariya polêsan, bi gaz, ço û ava şid nêzîk nebûya, bi helwesteke sivîl, demokratîk û çêker tevbigeriya, wê ewçend bûyer mezin nebûya.