Kampanya 'Li hemberî tecawiz Çewlîkê bêdeng nemîne!'
Kampanya 'Li hemberî tecawiz Çewlîkê bêdeng nemîne!'
Kampanya 'Li hemberî tecawiz Çewlîkê bêdeng nemîne!'
Piştî li Çewlîkê 6 leşkeran tecawiz û îstismara zayendî li zaroka bi navê E.A. kir li ser tora civakî kampanyaya "#BingoldekiTecavuzeSessizKalma" hate destpêkirin.
Piştî duh ji aliyê DÎHA'yê ve nûçeya li Çewlîkê 6 leşkeran tecawiz û îstîsmara zayendî li zaroka E.A. kir hat weşandin li ser tora civakî kampanyaya "#BingoldekiTecavuzeSessizKalma" hate destpêkirin. Gelek kesan li ser twîtterê peyamên "Welatê yekem yê ku bi ampulê reş dibe û li hemberî geşedanên di tarîtiyê de pêk tên çava negire!...#BingoldekiTecavuzeSessizKalma", "Xwedê we îslah bike! ", dewleta tecawîzkar, dad geh tecawizîkaran teşhîr bike!" weşandin û bertek nîşanî bûyerê dan.
Li gorî nûçeyê, hate îdiakirin ku zaroka bi navê E.A. ya ji gundê Hazarşah a navçeya Bongîlanê ya Çewlîkê ji sala 2011'an ve rastî îstîsmara zayendî û tecawiza 5 çawişên pispor hat. E.A. têkildarî mijarê serlêdana sûc kir û xwest ku ev kes bên darizandin. Di dosyaya biryara veşariyê li ser heyî piştî 4 leşker ji aliyê dadgehê ve hatin girtin li ser îtîrazê serbest hatin berdan.