Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" dewam dike
Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" dewam dike
Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" dewam dike
Kampanya "Ji Ocalan re Azadî" li Ewrûpayê bi pêwendiyeke mezin dewam dike. Kurdên li bajarê Belçîka Liege dijîn, di çarçoveya kampanyayê de bi hezaran îmze berhev kirin. Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî Kurd wê di festîvala kevneşop a Tûna de îmzeyan berhev bikin.
12 HEZAR ÎMZE HATIN BERHEVKIRIN
Kurdên li bajarê Belçîka Liege dijîn, di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re azadî" de 12 hezar îmze berhev kirin. Kurd xwe digihînin her beşên civakê û îmzeyan kom dikin. Serkêşiya kampanyayê jî ciwanên Kurd dikin.
Ciwanan dan xuyakirin ku piraniya îmzeyan di du mehên dawî de hatine berhevkirin û gotin, "Xebatên me yên kampanyayê dewam dikin. Ji bo kampanya îmzeyan hîn xwedî bandor be, me ji jin û ciwanan komîsyonek ava kirin."
Ciwanên ku her hefte xebatên kampanya îmzeyan dimeşînin bang li Kurdistaniyên li Liege dijîn kirin ku beşdarî kampanyayê bibin. Pêwendiya Belçîkiyan li kampanyayê jî zêde ye.
KURD WÊ DI FESTÎVALA TÛNA YA VIYANA DE ÎMZEYAN BERHEV BIKIN
Ji aliyê din ve, Kurd wê di festîvala Tûna ya kevneşop a li paytexta Awûstûrya Viyanayê tê lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan berhev kbikin. Rayedarên organîzasyona Kurd bang li hemû Kurdên li Viyanayê dijîn kirin ku di festîvala bi beşdariya 5 milyon mirovan de, îmzeyan kom bikin.