Kalê 72 salî di eniya şer de jiyana xwe ji dest da
Kalê 72 salî di eniya şer de jiyana xwe ji dest da
Kalê 72 salî di eniya şer de jiyana xwe ji dest da
Welatiyê kurd Ebdulkerîm Îsmaîl (72) di 18'ê îlonê heta deqeya dawî ya li dijî çeteyên DAIŞ/El-Nusra Parstina gundê xwe kir. Cenazeyê Îsmaîl piştî rizgarkirina Til Îd hate dîtin û li goristana şehîdan a Qamişlo spartin axê. Bi sedan kes diçin serdana konê sersaxiya Îsmaîl.
Welatiyê Kurd Ebdulkerîm Îsmîl ê 72 salî di 18'ê îlonê de li gunê Til Îd a Qamişlo li dijî êrîşên komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nsura parastina gundê xwe kir û li dijî wan şer kir. Ji wê rojê ve komên çete gundê Til Id dagirkirn û agahiyê Ebdulkerîm qut bûn.
Piştî hêzên YPG'ê di çarçoveya "Opersyona Şoşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Qamişlo û Kobanê re" hêzên YPG'ê gundê Til Id ji dinv de 20 gund ji çeteyan rizgar kirin. Di wê demê de hêzên YPG'ê cenazeyê welatiyê kurd Ebdulkerîm Îsmaîl li gund dît. Cenazeyê Îsmaîl ji aliyê sedan kesî ve li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselûn a Qamişlo spartin axê.
Bi sedan welatî serdana konê sersaxiyê yê Ebdulkerîm Îsmaîl ku li taxa Qenat Siwês a Qamişlo hatiye vedan dikin.