Jîrkî: Em ê bîranîna heval Zîlan bikin egera serketina xwe
Jîrkî: Em ê bîranîna heval Zîlan bikin egera serketina xwe
Jîrkî: Em ê bîranîna heval Zîlan bikin egera serketina xwe
Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci bi nasnav “Zilan” di salvegera şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medya bi merasîmekê hat bîranîn. Yek ji fermandarên YJA STAR Rûken Jîrkî got, “Em ê bîranîna heval Zîlan bi hîn zêdetir bilindkirina têkoşîna xwe re mezin bikin û bikin egera serketina xwe.”
Gerîlaya PKK’ê Zîlan ji bo protestokirina êrîşa bombeyi ya di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de li Dêrsimê li hemberî merasîma alê ya leşkerên Tirk ku çalakiyeke fedayiyane pêk anî li Herêmên Parastinê yên Medya bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn. Di merasîma ku gerîlayên HPG’ê û YJA STAR’ê amade bûn de ji bo cangoriyên Kurdistan rêz hat girtin
Yek ji fermandarên YJA STAR Rûken Jîrkî li ser wate û girîngiya rojê wiha got, “PKK, tevgereke fedayî ye. Çalakiya heval Zîlan li hemberî komploya li ser Rêbertiya me pêk hat. Ev terzê çalakiyeke nû bû. Tolgirtina êrîşa li hemberî Rêberê me bû. Bi ruhê Apoyî re ev fedayîtî pêk anî. Hevala Zîlan wê demê ruhê demê ferq kiribû û bi terzekî wiha çalakiyek li dar xist.”
Dema daxuyaniya Jîrkî bi dawî bû dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Be Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi terê ne ey Serok” ve “Şehîd Namirin” hatin gotin. Merasîm, bi dirûşm, şîar, skeç û govendê bi dawî bû.
Şervanên HPG’ê û yên YJA STAR ên beşdarî merasîmê bibûn destnîşan kirin ku çalakiya Kinaci ji bo jinên Kurdistan û cîhanê xwedî wateyeke girîng e û gotin ku çalakiya Kinaci çalakiyeke dîrokî ye.