Jinên Reco ji bo şervanên YPG'ê destmal çêkirin

Jinên Reco ji bo şervanên YPG'ê destmal çêkirin

Bi sarbûna hewayê û nêzbûna zivistanê re, jinên navçeya Reco ya Efrînê ji bo şervanên YPG'ê dest bi çêkirina destmalan kirin. 

Di çarçoveya alîkariya bi hêzên YPG'ê re jinên navçeya Reco ya Efrînê dest bi çêkirin destmalan ji bo şervanên YPG/YPJ'ê kirin. Jinan destpêkê alîkarî ji şêniyên navçeyê berhevkirin û piştre hirî kirîn û dest bi çêkirina destmalan kirin. Jinan destmalên ku hatin çêkirin li navendên YPG'ê yên herêmê belavkirin.

Li herêma Efrînê ku serma destpêkiriye welatî bi derfetên xwe betanî û cilên zivistanê diyarî şervanên YPG'ê dikin. Di nava jinan ê ku destmala ji şervanên YPG'ê re çêdikirin jina ji pêkhateyên ereb Nadya Hesen ku ji bajarê Reqa yê Sûriyê koçberî Efrînê kiriye û tevlî malbata xwe ev demeke li Efrînê dijî, heye. Endama Saziya Zimanê Kurdî Zozan Kemal Selman da zanîn ku ew bi alîkariya bi YPG'ê re kêfxweşin.