Jina ku li Farqînê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da

Jina ku li Farqînê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da

Li gundê Qevşan yê girêdayî navçeya Farqîna Amedê ceyranê jinek girt û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Gewher Ekena ku di serşûya malê de dema xwest li ber tangê av gerimkirinê destê xwe bişû, ceyranê girt. Ekena 33 salî û dayîka 7 zarokan ku ji aliyê xizmên wê ve rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê, li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin, jiyana xwe ji dest da.