Ji Zebarî mukurhatina li komploya navneteweyî
Ji Zebarî mukurhatina li komploya navneteweyî
Ji Zebarî mukurhatina li komploya navneteweyî
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî, diyar kir ku Serokdewletê Berê yê Misrê Husnu Mubarek di sala 1998’an de ji wî re gotiye “Tirkiyê nameyek da min ku ez jî bidim Hafiz Esad. Di nameyê de tehdît li Esad dihat kirin ku Ocalan ji Suriyê derxîne. Esad jî ji bo ku bi Tirkiyê re şer neke ev yek qebûl kir. Emerîkayê jî nameyek bi heman rengî şand.”
Ev gotinên Zebarî ji aliyê çavdêrên siyasî ve wekî, “Mukurhatineke ku nêrînên Ocalan ên der barê komployê de îspat dikin” hate nirxandin. Her wiha bû sedema pirsa “Di sala 1998’an de komplo nû destpê kiribû, lewma ger ku Zebarî bi Mubarek re heman mijar axivîbe, dibe ku haya wî pê hebe”?
Hoşyar Zebarî ku hevpeyvînek da rojnameya El Heyat ku li Londonê tê weşandin, der barê komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, agahiyên girîng dan. Zebarî, hevdîtina xwe ya ku di sala 1998’an de têkildarî mijarê bi Serokdewletê Berê yê Misrê Husnu Mubarek re pêk anîbû bibîr xist û got ku Husnu Mubarek wê demê di navbera rêveberiyên Tirkiye û Suriyê de navbeynkarî dikir.
Zebarî, destnîşan kir ku Mubarek di vê hevdîtinê de ji wî re gotiye, di piştperdeya derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriyê de Tirkiye û Emerîka hene. Zebarî, diyar kir ku Mubarek ev agahî dane wî, “Tirkiyê nameyek da min ku ez jî bidim Hafiz Esad. Di nameyê de tehdît li Esad dihat kirin ku Ocalan ji Suriyê derxîne. Esad jî ji bo ku bi Tirkiyê re şer neke ev yek qebûl kir. Emerîkayê jî nameyek bi heman rengî şand.”
Ev gotinên Zebarî ji aliyê çavdêrên siyasî ve wekî, “Îtîrafeke ku nêrînên Ocalan ên derbarê komployê de îspat dikin” hate nirxandin. Her wiha bû sedema pirsa “Di sala 1998’an de komplo nû destpê kiribû, lewma ger ku Zebarî bi Mubarek re heman mijar axivîbe, dibe ku haya wî pê hebe”?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî ku di encama komployê de radestî Tirkiyê hate kirin, di gelek parazname û nirxandinên xwe de bal kişand ku ew di encama komployê de hatiye radestkirin û di nava komployê de Emerîka, Îngilîstan, Rûsya, Tirkiye, Îsraîl û gelek hêzên din jî hene.
Heman mijar li Tirkiyê jî di navbera siyasetê de gelek caran bû mijara nîqaşan û behsa bazarên di komployê de hate kirin. Serokwezîrê demê yê Tirkiyê Bulent Ecevît jî bi van gotinan mijar piştrast dikir: “Ez jî nizanim ka Ocalan çawa anîn Tirkiyê”.