Ji YXK'ê kampa havînê
Ji YXK'ê kampa havînê
Ji YXK'ê kampa havînê
Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji bo xwendekaran kampa havînê organîze dike. Kampa her sal tê lidarxistin, îsal i bajarê Haltern Am See yê Elmanyayê pêk tê. Li kampê wê aktîvîteyên çandî, civakî û siyasî bên kirin û bi vê armancê YXK'ê banga beşdariyê li xwendekaran kir.
YXK mîna her sal, îsal jî ji bo xwendekarên Kurd kampa havînê organîze dike. Kampa îsal di navbera 12 û 18'ê Tebaxê de li bajarê Elmanya Haltern am See tê lidarxistin. Tê payîn ji gelek welatên Ewropayê xwendekar beşdar bibin û kamp xwedî bernameyeke dewlemend e.
Komîteya amadekar a kampa YXK'ê daxuyaniyek da û bang li tevahiya xwendekarên Kurd ên li Ewropayê kir ku beşdarî kampê bibin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi vê yekê re dixwazin bi aktîvîteyên civakî, çandî û siyasî re balê bikşînin ser girîngiya jiyana hevbeş."
Xwendekar wê kampa 6 rojan de, panêla "zayendîperestiya civakî" ya YXK Jin, çalakiyên sportîf, civakî, çandî û bernameyên gerê pêk bînin.
Ji bo beşdariya li kampê, dema dawî ya serlêdanê jî weke 8'ê Tebaxê hat diyarkirin. Yên dixwazin beşdarî kampê bibin dikarin ji malpera [email protected] agahiyan werbigirin.