Ji YPG’ê li her sê eniyan çalakiyên bi bandor

Ji YPG’ê li her sê eniyan çalakiyên bi bandor

Li Kobanê ku li her sê eniyan şer û pevçûn didomin, şervanên YPG’ê darbeyên giran li çeteyan didin. Piştî çalakiyên li Girê Sîftek ê li rojhilatê Kobanê û li gundê Êdiqê yê başûrê Kobanê şervanên YPG’ê li eniya rojava jî çalakî pêk anîn.

Berxwedana Kobanê ku roja 12. li pey xwe hişt, şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ de bi hemû dijwariya xwe didomin.

Hêzên YPG/YPJ’ê îro li sê eniyan jî çalakî li dar xistin.

Di çalakiya rojhilatê Kobanê de li hember girê Sîftek ku gir ji çeteyan hat paqijkirin, li gor saeta herêmî saet nêzî 15.00’an li eniya başûr jî agahiya çalakiyekê hat.

Di çalakiya li derdora gundê Êdiqê li gor agahiyên destpêkê herî kêm 20 çete hatin kuştin. Cenazeyên du çeteyan ketin destê hêzên YPG’ê û 11 keleşnîkof hatin desteserkirin.

Saet nêzî 16.00’an jî li nuqteya di navbera gundê Xurxurî û Kor Elî de li hember çeteyên DAIŞ çalakiyek hat lidarxistin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin 2 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin.