Ji YPG'ê agirbesta bi şert
Ji YPG'ê agirbesta bi şert
Ji YPG'ê agirbesta bi şert
Fermandariya YPG᾿ê li Efrînê diyar kir ku komên çekdar soza dawî anîna li dorpêça Efrînê û vekişîna ji gundê Zaratê dane û li ser vî esasî YPG᾿ê agirbesta bi şert qebûl kiriye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrîn bi daxuyaniyekî diyar kir ku ji bilî gundê Zaratê hemû gundên navçeya Şêrawa ya Erfînê hatin rizgar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar soz dane ku ew ê dawî li dorpêça ser Efrîn bîne û bi temamî ji gundê Zaratê paşve bikşin. Li ser vî esasî YPG᾿ê agirbest qebûl kiriye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 25᾿ê Gulanê ve navçeya Şêrawa ya Efrînê rastî êrîşên komên çekdar ve hatiye û got:᾿̓Êrîşên komên çekdar bi berxwedaneke bê hempa ya şervanên me hatiye bersivandin, berxwedana şervanên me bê navber 23 rojan dom kir. Di encama vê berxwedanê ji bilî gundê Zaratê hemû gundên navçeya Şêrawa hatin rizgar kirin.᾿̓
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:᾿̓Piştî komên çekdar beranberî berxwedana şervanên me ziyaneke mezin danîn û gundê Bênê ji aliyê şervanên me ve hate dorpçkirin, duh êvarê gundê Bênê bi temamî ji komên çekdar hate rizgarizgar kirin û ji her çar aliyan ve riyên wê hatin girtin. Komên çekdar lez dan xwe û duh di saetên êvarê de soz dan me ku dê dawî li dorpêça ser Efrînê bînin û xwe ji gundê Zaratê bi tememamî vekişînin.᾿̓
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG᾿ê li ser vî esasî agirbest qebûl kiriye û dê di vê çarçoveyê de sozê komên çedar bişopîne.