Ji xebatkarên Şaredariya Sûrê alîkariya bo Rojava

Ji xebatkarên Şaredariya Sûrê alîkariya bo Rojava

Xebatkarên Şaredariya Sûrê alîkariya însanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê berhev kirin şandin û banga hestiyariyê li gel kir.

Xebatkarên Şaredariya Sûrê ya Bajarê Amedê, alîkariya ji pêdiviyên rojane berhev kiribû, ji Rojavayê Kurdistanê re şandin.

Di dema şandina alîkariyê de li ser navê xebatkarên Şaredariyê Mehmet Salîh Gezen axaftineke kurt kir û bal kişand ser xemsariya di demên dawî de di vî warî de derketiye holê. Gezen diyar kir ku bi hatina zivistanê re wê şert û mercên jiyanê zehmettir bibe û bang li hemû welatiyan kir ku li pêşberî vê rewşê xemsar nebin û alîkariya xwe her tim dewam bikin.

Gezen her wiha destnîşan kir ku wan di bin sîwanê Şaredariyê de komîyonek alîkariyê avakirine û ewê xebatên xwe bidomînin.