Ji Wezîrên Karên Derve yên YE banga yekîtiyê li dijî 'terorîzmê'
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî êrîşa li Parîsê daxuyaniyeke hevpar dan û li dijî 'terorîzmê' banga yekîtiyê kirin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê, li dû êrîşên 13'ê Mijdarê yên li Parîsê, banga yekîtiya 'li dijî terorîzmê' kirin.
Federîca Mogherînî daxuyanî da û got, "Dixwazin me ji hev parçe bikin, lê em hîn bêhtir li dora hev civiyan."
Mogherînî bang li Ewropiyan kir ku hêza xwe bêhtir xurt bikin, di mijara ajanda siyasî de agahiyên xwe bêhtir bikin yek û da zanîn ku pêwîste li qadên dîplomatîk, aborî û leşkerî, yekîtiya hêzê hîn bêhtir bê kirin.
Mogherînî da xuyakirin ku ew ê banga piştgiriyê ya Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande li gorî xala 42.7 a Peymana Yekîtiya Ewropayê li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê kiriye, îro binirxînin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Harlem Desîr jî diyar kir ku êrîş li hemberî Fransayê hatiye kirin, lê bandor li tevahiya Ewropayê kiriye.
Desîr destnîşan kir ku divê saziyên hiqûq û edaletê yên Yekîtiya Ewropayê, li dijî terorîzmê biryarê werbigirin. Desîr ragihand ku ji bo xurtkirina kontrolên sînor, dosya Qada Hewayî ya Ewropayê bê avakirin.