Ji talana çeteyan, Ereb jî mexdûr in

Ji talana çeteyan, Ereb jî mexdûr in

Serêkaniyê ya 4 caran li êrîşa komên çete yên Dewleta Îslam a Iraq-Şam û Eniya El Nûsra rast hat, talan bûye. Li Serêkaniyê ku ketiye destê YPG'ê, şopên talanê li her devera navçeyê tên dîtin. Komên radîkal, ne tenê yê Kurdan, malên malbatên Ereb û Xiristiyanan jî talan kirine. Alavên karibin bi xwe re bibin birine, yên nekarî jî xera kirine yan jî şewitandine.

Dewleta Îslam a Iraq-Şam, Eniya El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê û tabûrên Artêşa Azad (AA) yên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin, du taxên Serêkaniyê yên di encama êrîşan xwe de nêzî du hefteyan di destê xwe de girtin, talankirin û şêlandin, şopên talanê hînê jî tên dîtin.

Komên çete yên ketine nava malan û ew talan kirine, malavên li nava malan bi xwe re birine û xwediyên malan jî avêtine kolanan. Ji vê talanê ne tenê Kurdan, gelên Ereb û Suryanî û gelê Kurd ê Êzidî jî para xwe girtin.

Şêniyên taxên Abrê û Zerdeşt ên Serêkaniyê, ji me re behsa hovîtiya ew lê rast hatine kirin. Yek ji mexdûran Vastha Alî yê piştî talanê ji nû ve li mala xwe vegeriya anî ziman ku dema çeteyên El Nûsra êrîşê taxê kir ew neçar ma bi zarokên xwe re bireve. Alî da xuyakirin ku hevsera wî dema Serêkaniyê di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de bû li zireetê dixebitî û karmenda dewletê bû û got, "Ji bo hevsera min bikujin, digeriyan. Hevsera min ji bo canê xwe rizgar bike, reviya. Dûre jî em reviyan. Bi zarokên xwe re em du hefteyan li çolê di binê konekî ji betanî û merşan de jiyan. Di nava meha Tîrmehê de dema YPG'ê tax bi dest xist, em vegeriyan."

TI ELEQEYA ÇETEYAN NE BI EREBAN NE JÎ BI MISLIMANAN HEYE!

Alî diyar kir ku hevser û zarokên wî hînê li çolê di binê kon de dijîn û ji bo rewşa dawî ya mala xwe bibîne ew hatiye û got, "Piştî ewle bû, ez niha vegeriyam. Xaniyê me weke biryargehê bikar anîne. Li malê ti tiştek nemaye. Doşekên me, betaniyên me, alavên me hemû bi xwe re birine. Yê nekarî bibin jî, van çeteyan ew şewitandine."

Alî anî ziman ku ew bi xwe jî Ereb e, lê ti pêwendiya çeteyan bi Ereb û Mislimantiyê tineye û got, "Vana ne ji bo Xwedê, ne ji bo Mislimantiyê, ji bo talanê hatine vê derê. Hemû ji devereke din hatine. Piraniya wan biyanî ne. Yên di rêya Îslamiyetê de bimeşe, gelo dest diavêje can, mal û namûsa mirovên din? Îslamiyet ji wan re dibêje zilm û talanê bikin? Ti eleqeya van bi ol re tineye. Dizî, şêlandin û talanê dikin."

Mûhammed Ahmad ê 42 salî da xuyakirin ku dema ew li gundê Teştuh ê bajarokê Til Xelef ê ser bi Serêkaniyê dijiya, komên çete hatin vê derê, ew ji mala xwe qewirandin û dest danîn ser hemû malên wî. Ahmad diyar kir ku ew bi xwe jî Ereb e, ji ber li zilma van çeteyên îdîa dikin mafên Ereban diparêzin rast hatiye, ew hatiye cihê Kurd lê dijîn Serêkaniyê ji ber ewle ye.

“DEST DANÎN SER HEMÛ MALÊN MIN”

Yek ji mexdûran Bayram ragihand ku ew bi 4 zarok, hevser û dayika xwe re li gundê Teştûhê dijiya û piştî çete hatin gund ew ji mala xwe hatin derxistin û got, "Hatin ji me re bi zorê gotin 'hûnê derkevin'. Ya me yê li dijî wan li ber xwe bida û bihata kuştin, an jî emê bireviyan. Em neçar man birevin. Dest danin ser hemû malên me. Bi tenê kincên li ser me man. Ji me re gotin, her tiştên xwe bihêlin û biçin, naxwe hûnê bên kuştin. Me jî dest ji her tiştî berdan û reviyan." Bayram diyar kir ku wan xwe avêtiye mala xuşka xwe û bi dayik û 7 neferên malbata xwe, li gel xuşka xwe dimînin. 

Salah Mûhammed Alî yê Kurd, ku ew jî yek ji kesên mala wî ya li Serêkaniyê hatiye talankirin, ji çeteyan reviyaye û piştî YPG çete ji Serêkaniyê qewirandiye li mala xwe vegeriyaye.

Alî da xuyakirin ku beriya êrîş bên kirin ji wan re telefon hatiye û hatiye gotin ku 'wê êrîş li taxê bê kirin, birevin' û got, "Ji bo canê xwe em reviyan. Me mala xwe, alavên xwe, dikana xwe li şûna xwe hiştin û reviyan gel xizmên xwe yên li Amûdê."

Alî diyar kir ku ew 3 hefteyan li Amûdê mane û piştî navçe ewle bûye vegeriyane û got, "Dema em li mala xwe vegeriyan, mal û alavên me bi vî rengî bûn. Doşekên me, alavên me hemû bi xwe re biribûn. Televîzyon, kompûter, klîma, maşîna kincşuştinê, betanî, kincên zarokên hemû bi xwe re biribûn. Li kêleka mala min, dikaneke min hebû. Hem kasa pereyan vala kirine hem jî hemû tiştên li dikanê bi xwe re birine. Li malê ne derî ne jî pace mane. Dema em vegeriyan bi qasî 12-13 rojan em li gel cîranê xwe man. Me derî û pace niha çê kirin."

“HEMÛ HATINE DIZIYÊ”

Mûhammed Xalid ê bi 7 neferên xwe neçar ma bireve û piştî navçe ewle bû vegeriya, xaniyê xwe yê piştî vegerê dît, bi van gotinan anî ziman, "Di fîlmên şer de jî hûn sehneyên bi vî rengî nabînin." Mûhammed da xuyakirin ku di dema êrîşa çeteyan de ew li malê bûne û mîna baranê gule li ser wan dibariyan û got, "Dema çeteyan piştî êrîşê tax bi dest xist, em neçar man birevin. Ji ber ku mirovên digirt an dikuştin an jî direvandin. Me xwe avêtin hewara xizmên xwe yên li gundên derdorê. Dema taxa me ji çeteyan hat rizgarkirin, em lê vegeriyan."

Mûhammed diyar kir ku hemû alavên li mala wî, klîma û motora avê jî hatine dizîn û got, "Ti eleqeya vana bi Îslamiyetê tineye. Hemû hatine diziyê."

Velîd ê 23 salî yê ji taxa Abrê jî da xuyakirin ku ji ber êrîşa par ew neçar mabû malên xwe biterikînin û bi saya hêzên YPG'ê ew li malên xwe vegeriyane û got, "Çeteyên El Nûsra mal û taxa me dagir kiribûn." Velîd diyar kir ku ji ber ew Kurd in ji malê hatine derxistin û dest danîne ser malên wan.

Velîd ragihand ku nêzî salekê bi malbata xwe re nekarÎ li navçeyê vegerin û got, "Piştî ku YPG'ê ewlekarî pêk anî, şêniyên taxê yên bi me re reviyan, vegeriyan. Dema em vegeriyan me dîtin ku malên me hemû hatine talankirin. Li malê, lihêf, betanî, sênîk, kevçî tiştek nehiştine. Em malavahiya YPG'ê dikin."