Ji Serêkaniyê bo Desteya Bilind û muxalefeta Sûriyeyê bangawazî
Ji Serêkaniyê bo Desteya Bilind û muxalefeta Sûriyeyê bangawazî
Ji Serêkaniyê bo Desteya Bilind û muxalefeta Sûriyeyê bangawazî
Li Serêkaniyê meclîsên herêmî yên girêdayî MGRK û ENKS’ê liv û tevgera komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ku di rojên dawî de li bajêr zêde bûye, şermezar kir û bang li Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyeyê kir ku, van koman hişyar bikin da ku li gorî peymana hatiye îmzekirin tevbigerin.
Li bajarê Serêkaniyê piştî peymana di navbera YPG’ê û Artêşa Azad de hatibû îmzekirin û Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê jî ev peyman erê kir, li bajêr aramiyek çêbûye, lê di rojên dawî de liv û tevgera komên çekdar li Taxa Mehetê zêde bûye. Ev yek jî tirsê dixe nava gelê bajêr. Li ser vê yekê meclîsên bajêr ên girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) civînek hevpar lidar xist û mijar nirxand.
Di civîna ku li avahiya nûnertiya ENKS’ê ya Serêkaniyê hate lidarxistin de geşedanên dawî hatin nîqaşkirin û biryar hate girtin ku, maseya krîzê ya hevpar ku ji 10 kesan pêk tê bê avakirin. Di dawiya civînê de li ser navê herdû meclîsan daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.
Di daxuyniyê de tevgera çekdarên Artêşa Azad a di nava bajêr de ku bûye cihê metirsiya welatiyan hate şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Ji 16’ê Nîsanê ve komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad bendên kontrolê di nava bajêr de çêkirine, tevgera xwe ya leşkerî zêde kirine, wesayîtên leşkerî û çekên giran li Taxa Mehetê ku di bin kontrola Artêşa Azad de ye bicih kirine. Tevgerên komên çekdar di nava welatiyan de tirsa ku dê peymana di navbera YPG’ê û komên çekdar de hatiye îmzekirin bê binpêkirin çêdike. Li gorî peymanê meclîsa demî ya sivîl ku ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê, hate avakirin û bajêr birêve dibe. Dîsa wê deriyê sînor, riyên ketin û derketinê bajêr dibin kontrola meclîsê de bûna û wê ji bo aramiya bajêr hêzên asayîşê bihatana avakirin. Lê ji ber hesabên komên çekdar û tevgerên wan ên neyînî meclîsa sivîl nikare karê xwe pêk bîne û peyman jî pêk nayê.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 2 rojên dawî de tevgera komên çekdar di nava bajêr de zêde bûye, bi wesayîtên xwe yên leşkerî di nava sûka bajêr de diçin û tên û hêza xwa nîşan dikin, her wiha tevî mudaxeleya meclîsa herêmî ya sivîl jî komên çekdar genim ji embarên bajêr didizin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev pêkanînên komên çekdar tevgerên wan ên beriya niha ku dibûn sedema pevçûnan tînin bîra mirov û wiha hat domandin: “Berê jî dema hêzên YPG’ê li dijî êrîşên hêzên Baasê parastina sivîlan dikirin, komên çekdar qadeke din ya şer li pêşiya YPG’ê vekirin û êrîş kirin. Xwestin YPG’ê têk bibin. Lê berxwedana YPG’ê her carê planên wan ê girêdayî hêzên derve vala derxistin.”
Di daxuyaniyê de bang li Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku, li gorî peymana hatiye îmzekirin tevbigerin û mudaxeleyî rewşê bikin da ku rê li pêşiya pevçûnên nû bê girtn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pevçûnek nû wê bandorek neyînî li ser jiyana kurd, ereb, suryan û çeçenan bike.
Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya ji bo YPG’ê hate vegotin û ev bang hate kirin: “Em bi hemû hêza xwe li kêleka YPG’ê radiwestin û em bang li hemû ciwanan dikin ku li gel YPG’ê parastina gelê herêmê bi hemû pêkhateyê wê bikin.”
Hate ragihandin ku, şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyên wê ji YPG’ê xwestine ku li hemberî tevgera komên çekdar bisekine. Lê YPG’ê ku li gorî peymana hatiye imzekirin tevdigere, heta niha tu daxuyanî nedane.