Ji ROJ TV re xelata çandê hat dayîn
Ji ROJ TV re xelata çandê hat dayîn
Ji ROJ TV re xelata çandê hat dayîn
Xelata Gelsted-Kirk-Scherfig a ji sala 1980 û vir ve ji aliyê Partiya Komunîst a Danîmarkayê ve tê dayîn, îsal diyarî azadiya ramanê hat kirin û ji komedyen Omar Marzouk, muzîsyen Peter Ingemann û ROJ TV re hat dayîn.
Di merasîma li Kopenhagenê de xelata ji bo ROJ TV ji aliyê endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Sören Bo Sörensen ve hat dayîn. Sörensen di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û rewşa li Rojava û destnîşan kir ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku girtina ROJ TV di encama peymanên siyasî pêk hatiye.
Xelat ji aliyê midûrê saziya ROJ TV ya hat girtin Îmdat Yilmaz ve hat wergirtin. Îmdat Yilmaz di axaftina xwe de diyar kir ku li Danîmarkayê rêyên hiqûqî qediyane û wan doz birine Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Yilmaz destnîşan kir ku ew ê xelata hatiye dayîn, ji bo lêçûnên vê dozê bikar bînin.