Ji PKK'ê peyama 27'ê Mijdarê

Ji PKK'ê peyama 27'ê Mijdarê

Komîteya Rêveber a PKK'ê di salvegera 35. de 'cejna vejînê' ya gelê Kurd pîroz kir û got, "Em nêzî 40 hezar şehîdên xwe yên nêzî 20 hezar jê kadroyên PKK'ê ne, bi minetdarî bibîr tînin."

Komîteya Rêveber, bi wesîleya 35. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de peyamek weşand û got, "Di 27'ê Mijdarê de dê PKK bikeve sala xwe ya 36'an. Mîna her carê gelê Kurd zû dest bi pîrozbahiyan kiriye. Ji ber ku koma Apoyî ya di sala 1973'an de derket ser rûyê dîrokê û gelê me ji tinebûnê ber bi hebûnê, ji koledariyê ber bi azadiyê ve anî, di sala 1978'an de veguherî partiyê. ev roj Cejna Vejînê ya Kurdan e. Em Cejna Vejînê ya gelê xwe ji îro ve pîroz dikin, Rêber Apo yê têkoşîneke ewçend mezin a azadiyê da destpêkirin û anî roja îro bi rêzdarî silav dikin, 40 hezar şehîdên xwe yên nîvê wê kadroyên PKK'ê ne û em hemû nirxên xwe deyndarên wan e, bi minetdarî bibîr tînin."

Peyama ku bi sernavê "Gelê me yê rêzdar û gelên xwişk û bira yên Rojhilata Navîn" destpê kir wiha dewam kir: "Dîroka PKK'ê, dîrokeke welê ye ku bîranîn û hesreta şehîdan kiriye sedema bilindkirina têkoşînê. Şehadeta Hakî Karer bûye sedem û bingeha damezrndina Partiyê, berxwedana zîndanan a bi pêşengiya Xeyrî Dûrmûş û Kemal Pîr bûye banga vegera li welat. Şehadeta Mahsûm Korkmaz artêşbûyîna gerîla afirand, şehadeta Binevş Agal û Kamûran Dundaran rê li ber Şoreşa Vejînê vekir. Bi şehadeta Bêrîtan re xeta azadiyê ya jinê veguheriye artêşbûyînê. Fîşekên Mehmet Sîncar, Wedat Aydin, Mûhsîn Melîk bû bi deh hezaran têkoşerên azadî û demokrasiyê ketine û xwîna bi van guleyan hatiye rijandin, bûye soza bilindkirin û pêşxistina Şoreşa vejînê. Nûcanan, Mahîran, S3ıdaran, Nûdayan, Adîlan bi pêngava 1'ê Hezîranê re li dijî komplokerên navneteweyî û her şêweyên tinekirinê, şoreşa demokrasî û azadiyê bi pêş xistin û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku çareseriya pirsgirêka Kurd bê Rêbertî û bê PKK'ê nabe. Huseyîn Mahîran, Mehmet Guyiyan, Çîçek Botanan, Rojîn Gewdayan, Kerîm Şirnexiyan, Reşîd Serdaran weke nîşaneyên têkoşîna azadiyê cihê xwe di dîrokê de girtin. Şîlanan, Rusteman, Xebatan û Sadikan weke pêşeng û afirînerên şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn asoyê azadî û demokrasiya rastîn afirandin.

Fermandarê nemir ê şerê şoreşgerî yê mezin ê sala 2012'an fermandar Reşîd Serdar şehadeta wî hat îlankirin. Hevalê Reşîd ku ruh da pêvajoya stratejîk a 4. mîrateya ji Egîd û Adîlan wergirt, bi awayekî serketî temsîlkariya wê kir û bû sekna serketinê ya pêvajoya em tê re derbas dibin. Bi sesîleya vê şehadetê em weke Partî careke din soz didin ku emê bîranîn û hesreta hemû şehîdên xwe bi jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd re tacîdar bikin û mizgîniyê didin gelê xwe ku emê bi pêşengiya artêşa xwe ya şehîdan vê soza xwe di demeke ne dûr û dirêj de bicih bînin. Têkoşîna Ji nû ve Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk a Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, dê hemû astengiyan derbas bike û ji sedî sed bigihêje armanca xwe. Partiya me, hêza me ya Parastina Rewa û rastiya civaka me ya demokratîk, garantiya vê serketinê ye."

Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku PKK ku partiyeke Şehîdane, wek bernameyeke çand, azadî û demokrastiyê serkeftina jiyana demokratîk û azad a gelê me ji îro de pêk aniye û wiha berdewan kir: “gelê me ku ji bo azadiya PKK’ê derxistiye holê têdikoşe, afrînerê serkeftina hêza rewa ya parastina rewa a fedayiye.  Bê guman PKK dê yê ku vê serkeftinê têkoşîna xwe ya 35 salan bidomîne û bimeşîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew van 35 salan ku ji bo gelê kurd bûye dîrokeke bi rumet, deyndarê şehîdên xwe ne û wiha pê de çû: “ Gelê kurd ku bi gotina ‘PKK Gel e, gel li vir e’ daket qadan û qiriyan, PKK bû mêjî û dilê wan. Xwedî derketine li PKK’ê peywira  gelê kurd û dostên kurdane.  Di 36’emîn salvegera ku em nêzî jiyaneke azad û demokratîk de ne, ji bo serkeftinên mezintir bên bidestxistin divê em damezrandina PKK’ê li her derê pîroz bikin. Bi wesîleya salvgera PKK’ê divê, rastiya PKK’ê ya ku tu car têk naçe li her derê bê qêrîn û îradeya hêzên paşverû yên li pêş biratiya gelane bê şikandin.  Divê em nîşanê hemû kesî dost- dijmin bidin ku ji bilî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd tu rê nemaye.  Divê em nîşan bidin ku  PKK ne tenê hêviya Kurdistan û Tirkiyeyê, hêviya hemû gelê Rojhilata Navîne.

Divê hemû gund, bajarok û bajarên Kurdistanê rabin ser piyan û 35’emîn damezrandina salvgera PKK’ê  pîroz bikin.  Divê hemû pîrozbahî veguherin pîrozbahiyên jiyaneke demokratîk û azad a gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn.

Li her derê ku coş û kelecana damezrandina PKK’ê  tê jiyîn divê ev pîrozbahî biguherin pîrozbahiyên azadkirina Rêber Apo û înşakirina jineke azad.