Ji nobedarên sînor banga bilindkirina berxwedanê

Ji nobedarên sînor banga bilindkirina berxwedanê

Girseya gel a li dijî êrîşên DAIŞ'ê ji bo destekê bide gelê Kobanê bi rojane li ser sînroê Boydê nobedê digire, li hemberî êrîşên polîs û leşkerên Tirk banga bilindkirina berxwedanê kir.

Derket holê, welatiyên duh ji aliyê leşker û polîsan ve hatin binçavkirin û bi şev serbest hatin berdan, rastî lêdanê hatine. Nevzat Abûkan, Ahmet Kûrhan û Salîh Erdem ên li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ji herêma Serhedê hatin û li gundê Boydê tevlî berxwedanê bûn, hat hînbûn ku di binê çavan de rastî lêdana leşkeran hatine û heqaretên giran li wan hatine kirin.

Abûkan destnîşan kir ku çiqasî êrîş tê kirin bila bê kirin ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û banga bilindkirina berxwedanê kir.

LEŞKERAN VALA KIRIN, KONTROL DI DESTÊ BERXWEDÊRAN DE YE

Di êrîşa danê êvarê saet di 21'an de ciwanên bi navê Ahmet Kûrhan û Salîh Erdem ên hatin binçavkirin rastî tundiya leşkeran hat û hat tespîtkirin ku Kûrhan bi fîşeka plastîk a leşkeran a ji cihekî nêz hatiye teqandin, ji aliyê rastê yê serê xwe birîndar bûye.

Hasan (65) û Halîl (70) Orhan ên birayên hev, ku bi rojane li gundê Boydê li ber xwe didin, tevî emrê xwe yê dirêj li refên pêş cih digirin. Her du birayên ji Wanê tevlî berxwedanê bûne, bang li hemû derdorên hişyar û berpirsyar kirin ku ji bo pêşî li çûn û hatin çeteyên DAIŞ'ê bê girtin, li ser sînor tevlî nobedê bibin.

Li aliyê din berxwedêrên li gundê Boydê dan xuyakirin ku leşkeran duh bi şev xeta sînor vala kirine û tevahiya şevê xeta sînor di bin kontrola çalakgeran de bû.