Ji Navenda Parastina Gel ji bo Endamê Konseya Leşkerî Çelîk daxuyanî
Ji Navenda Parastina Gel ji bo Endamê Konseya Leşkerî Çelîk daxuyanî
Ji Navenda Parastina Gel ji bo Endamê Konseya Leşkerî Çelîk daxuyanî
Navenda Parastina Gel, endamê Meclîsa PKK'ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn) ku di 2ê Tebaxa sala 2012'an de bi komeke hevalên xwe re pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegerê de bibîr anî.
Navenda Parastina Gel, endamê Meclîsa PKK'ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Kadîr Çelîk (Huseyîn) ku di 2ê Tebaxa sala 2012'an de bi komeke hevalên xwe re li Elkê pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê di yekemîn salvegerê de bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ewê ji bo bîranîna Çelîk ê 20 salan gerîlatî kiriye, têkoşînê bilind bikin.
‘LI QADÊN HERÎ ZEHMET DE GERÎLATÎ KIR’
Daxuyaniya Navenda Parastina Gel weha ye:
"Di yekemîn salvegera şehadeta Endamê Meclîsa PKK'ê û Konseya Leşkerî ya HPG'ê heval Huseyîn (Kadîr Çelîk) ku di 2'ê Tebaxa sala 2012'an de li herêma Botanê li qada Elkê dema bi komeke hevalan re di nava tevgerê de bû pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî wî bibîr tînin.
Hevalê Huseyîn di sala 1959'an de li gundê Dorûgozu yê Mûşê ji dayik bû û dema xwendekarê zanîngehê bû li Stenbolê di sala 1978'an de bi tevgera me re têkilî danî û weke sempatîzanekî çalak beşdarî kar bû. Hevalê Huseyîn di sala 1990 de sîstem û leşkeriya dewleta Tirk red kir û tevlî refên gerîla bû. Bi beşdariya li nava refên gerîla re, di demeke kurt de adaptasyonek xurt pêk anîi di asta fermandariyê de wezîfe girt û li qadên herî zehmet ên têkoşînê Amed, Xerzan, Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê, di asta Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de erk girt ser milê xwe û rolên mezin lîst.
‘BI ENDAMETIYA MECLÎSA PKK'Ê RE BERPIRSYARIYÊN MEZIN GIRT SER MILÊ XWE’
Kesayetiya milîtan a PKK'ê di şexsê xwe de bi awayekî xurt temsîl kir û li gel xebatên partiyê, bi pevajoya ji nû ve avakirina PKK'ê re wezîfeya endametiya Meclîsa PKK'ê girt ser milê xwe û bû xwedî berpirsyariyên mezin. Hevalê Huseyîn di salên xwe yên gerîlatiyê de, ne bi tenê bi hunerên xwe yên leşkerî bi temsîlkirin û parastina xeta milîtan a Apoyî her tim derket pêş. Li dijî feraseta çeteya çar aliyan a li dijî xeta leşkerî û jiyanê ya PKK'ê, hevalê Huseyîn têkoşîneke mezin meşand û li dijî xeta tasfiyekar a Ferhat û Botan li refên herî pêş têkoşîn da meşandin.
‘JI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGER RE PÊŞENGÎ KIR’
Bi vê sekna xwe ya ji bo jîndarkirina xeta Rêbertî û PKK'ê re hevalê Huseyîn bû nîşaneya herî berçav a xeta Apoyî ya di fermandariya gerîla de. Hevalê Huseyîn demekê tevlî xebatên siyasî bû û weke endamê Konseya Rêveber a KCK'ê wezîfe û pratîkên girîng girt ser milê xwe. Fermandarê me yê gerîla hevalê Huseyîn, ji bo têkoşîna me ya di xeta Rêbertiyê de biçe serketinê, di Şerê Gel ê Şoreşger de pêşengî kir. Li qada Botanê tevlî pêvajoya pêngava 2012'an bû û rola pêşengiyê lîst û di dema wezîfeyên xwe yên Şerê Gel ê Şoreşger de şehîd ket.
Em bi rêzdarî li pêşberî bîranîna wî bejna xwe ditewînin û dibêjin emê têkoşîna hevalê Huseyîn weke HPG bibin serketinê."