Ji Mehmet Ocalan nerazîbûna serdana Amedê
Ji Mehmet Ocalan nerazîbûna serdana Amedê
Ji Mehmet Ocalan nerazîbûna serdana Amedê
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên girtiyan ji bo biçin Îmraliyê hatin Gemlîkê.
Mehmet Ocalan li vê derê bersiv da pirsên rojnamevanan û serdana Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ya li Amedê nirxand.
Mehmet Ocalan got, "Ev du roj in her kes dizane Serokwezîr li wê derê der heqê pêvajoyê de hin tiştên baş got. Em hêvîdarin ku tiştên Serokwezîr gotine dê her kes bibîne. Em dixwazin ku ev gotinên wî tavilê bicih werin anîn. Her kesî ew hevdîtin şopand. Hin kesayet hatin. Belê ya ku pêvajoyê dimeşîne dewlet û hikûmet e. Lê di heman demê de Birêz Ocalan e. Yê ku ewçend alîkariyê dide Serok Ocalan e. Mîna ku lihevkirine ti ji wan behsa vê nekirin. Rastî çiye, eger ew bianîna ziman dê baştir bibûya."
Li dû kar û barên li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Gemlîkê, tê payîn Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din Felek Cizlaşmak û Pervîn Odûncû têkevin ser rêya Îmraliyê.