Ji meclîsên Dirbêsiyê banga hişyariyê
Ji meclîsên Dirbêsiyê banga hişyariyê
Ji meclîsên Dirbêsiyê banga hişyariyê
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ên Dirbêsiyê ji welatiyan xwestin ku ji bo ewlehî û parastina herêmên xwe berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Navenda Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya MGRK'ê civînek li dar xistin û geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê nirxandin. Di dawiya civînê de daxuyaniyeke hevbeş hate weşandin û ji welatiyan hate xwestin ku ji bo ewlehî û parastina herêmên xwe berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.
Di daxuyaniya hevbeş a MGRK'ê û ENKS'ê de ev tiştin hatin gotin: "Ji bo hemû pêkhateyên bajarê Dirbêsiyê yên bi rûmet; herêmên me rastî êrîşeke hovane ya komên çeteyan tên. Armanca van êrîşan ew e ku di navbera pêkhateyan de fitne û tevliheviyê çêbikin û ewlehiya herêmê têk bibin."
Di daxuyaniyê de êrîşa li dijî siyasetmedarê Kurd Îsa Huso jî hate şermezarkirin û ji bo ku her kes berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne ev xal hatin rêzkirin:
- Xwediyên Motorên ku ne qeydkirî ne û bênumare ne pêwîst e serî li navenda asayîşê bidin û motorên xwe qeyd bikin.
- Fîlm û perde ji ser camên erebeyan werin rakirin, yê pêk neynê wê bê cezakirin.
- Ji saet 8`ê sibehê ta 7'ê êvarî seyare yan maşîne derbasî navenda bajêr nabin.
- Maşîneyên mezin bi tu awayî derbasî bajêr nabin.
- Maşîneyên biyanî derbasî bajêr nabin, belgeyên wan wê bêne girtin û li cihê ku asayîş ji wan re nîşan bike wê bêne rawestandin.
- Xwediyên xaniyan divê derbarê kirêdarên biyanî de agahiyan bigîhînin navendên asayîşê.
- Derbarê cotyar û xwediyên pez ên biyanî ku li herêmê dixebitin de agahiyan bigihînin hêzên asayîşê.
- Ji niha heta demeke nediyar tankerên Fueloîl, Mazot, Benzîn û tu maddeyên sotemeniyê derbasî bajêr nabin.
- Xwediyên Motoran pêwîst e rûyê xwe nepêçin.
- Bazara roja Şemiyê wê bê betalkirin.
Di daxuyaniyê de ji pêkhateyên herêmê jî hate xwestin ku piştgiriya hêzên asayîşê bikin û derbarê kes an jî rewşên biguman de li ser van hejmarên telefonan agahiyan bigihînin hêzên asayîşê.
05433373530 – 713211- 714581 – 05462025829- 712707- 711193