Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga 27'ê Mijdarê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga 27'ê Mijdarê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga 27'ê Mijdarê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bi wesîleya 35. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û bang kir ku hemû çalakiyên ji aliyê însiyatîfê ve werin organîzekirin bi ruhê serhildan û Newrozê beşdarî were kirin.
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê ya bi wesîleya 35. salvegera damezrandina PKK'ê bi gotina "Beriya her tiştî em şukran û diloziya xwe pêşkêşî partiya xwe ya şehîdan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) a bi pêşengiya Rêber Apo dikin, ku pîrozî û rûmetiya mirovbûyînê bi me da jiyîn " destpê kir.
Însiyatîfê diyar kir ku weke gelê Kurd wan timî PKK weke têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê xwe xwe feda dike nas kirine û ev xal destnîşan kir: "Ji Rêbertiyê heta şervanê xwe yê nû, taybetmendiya sereke ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ew e ku ji bo Kurdistan û gelê cîhanê têkoşîneke fedaiyane meşandiye û bûye xwedî dîrokeke bi vî rengî. Vê taybetmendiya PKK'ê bandoreke kûr li gelê Kurd kiriye û ev yek li zimanê gel bûye dirûşma "PKK gel e gel li vir e". Mezinbûn û meşa ber bi azadiyê ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji ber vê rastiya gel e. Zarokên herî leheng û pêşeng ên gelê me cihê xwe di nava vê dîroka têkoşîna azadiyê de girtine. Di kesayetiya Kemalan, Mazlûman, Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan hemû şehîdên Kurdistanê bi lehengî xwe ji bo vî gelî feda kirine. Hevalên Apê Hus, Mehmet Goyî, Nûman Amed, Rojîn Gevda, Jîn, Kerîm Şirnexî û Êriş Andok di roja me ya îro de jî bûne meşvanên şerê gel ê şoreşgerî. Her wiha weke şopdarên fermandarên şoreşa Rojava Xebat Dêrik, Rustem Cûdî û Şîlan Kobanê, bi sedan milîtanên YPG'ê bi canfedayî li dijî her şêweyên dagirkerî, talanî û xiyanê bûne pêşengên nemir ên şoreşa azadiyê."
Însiyatîfê bi wesîleya yekemîn salvegera ji dest dayîna jiyanê ya yek ji Fermandarên HPG'ê Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) bibîr anî û got, "Em fermandarê mezin Reşîd Serdar bi şukran û minetdariyê bibîr tînin û sozê didin ku emê têkoşîna Rêberê Azad û Kurdistana azad mezin bikin û bigihînin rizgariyê."
Însiyatîfê diyar kir ku di salvegera 35. a damezrandinê de destketî û hêza PKK'ê ji her demê zêdetir e û got, "Bandora xurt a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku bi koma Apoyî destpê kir û di demeke kurt de veguherî PKKbûyînê, her roj baştir û kûrtir tê hîskirin. Têkoşîna şoreş a Apoyî ewçend mezin bûye ku li dilê Kurdistanê li paytext Amedê bi nûnerên dawî yê mêtîngeriya TC Erdogan re gotina "Kurdistanê" daye gotin û bi şoreşa rastîn a azadî, demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê re bala hemû cîhanê kişandiye ser xwe. Bêguman ev tecrîd û sîstema îşkencê ya li hemberî pêşengê şoreşa mezin Rêber Apo, ji aliyê me gel vê êdî ti carî nayê qebûlkirin."
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê de ev hat gotin:
“Em hemû şehîdên Şoreşa Gel û Şoreşa Rojava di kesayeta Fermandar Reşît de bi bîrtînin û hemû serhildan û çalakiyên gel diyarî wana dikin.”
Însiyatîfê ev bang kir: “Di destpêkê de hemû gelê Kurdistanê, Rojhilat Navîn û gelê cîhanê vedixwînin û em dibêjin wê salvegera PKK ji nûve bibe destpêka dîroka ku nirxên demokratîk yên mirovahiyê bê gel hev. PKK mîrasê şoreşa hilberînê, şoreşa felsefê , derketina hemû Peygamberan, dema Ronensansê, rewşenbîr û hemû mirovahiyê ye. Yên ku xwedî li vî mîrasê derbikevin di heman demê de xwedî li mirovahiyê jî derdikevine. Em bi vê wesîleyê , di destpêkê de em bang li gelê Kurd û Rojhilata Navîn dikin ku salvegera PKK’ê bi ruhê serhildanê pîroz bikin. Di vê ku bi vê pîrozbahiyan bi dijmin dibin hîskirin ku ji bilî azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tu rêya wan tune ye. Ji îro şûnde hemû Kurdistanî yên divê bi ruhê serhildan û Newrozê beşdarî şahiyan bibin.”