Ji hunermendên Kurd piştgiriya ji bo Rojava

Ji hunermendên Kurd piştgiriya ji bo Rojava

 Xebatkar û hunermendên Navenda Çanda Dîcle û Firatê ji bo piştgiriyê bidin meşa ji bo Rojava tê lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê.

Xebatkar û hunermendên Navenda Çanda Dîcle û Firatê bi boneya êrîşên li dijî Rojava şermezar bikin li Navenda Çanda Dîcle û Firatê daxuyanî dan çapemeniyê. Koma Azad, hunermend Bulent Turan, Farqîn û gelek hunermendên din tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Li ser navê hunermendan, hunermend Farqîn axivî û wiha got: "Hinek derdorên qirêj ji yekîtiya gelê Kurd û birêxistînbûna Kurdan aciz dibin û dixwazin li hember gelê Kurd komkujiyê pêk bînin. Weke hunermendên Kurd, em ligel gelê Rojava ne." Hunermend Farqîn da zanîn ku dê tevlî meşa ku li Serêkaniyê tê lidarxistin bibin û bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin meşê.