Ji hunermendên ciwan pêşangeha ‘Rojhilata Navîn’
Ji hunermendên ciwan pêşangeha ‘Rojhilata Navîn’
Ji hunermendên ciwan pêşangeha ‘Rojhilata Navîn’
Xwendekarên Lîseya Hunerên Bedew a Amedê Alî Durgin û Abdullah Mercan li Salona Pêşengehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşangeha bi navê “Rojhilata Navîn” vekirin.
Hunermendên ciwan ên bûyer û êşên li Rojhilata Navîn rû didin kirin mijar, portreyên kesayetên wek Musa Anter, Hrant Dînk, Şêx Seîd, Seyîd Rıza, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Mahîr Çayan, Mahmut Zengîn, Akîf Yilmaz, Eşref Anyik û Kemal Pîr, kesên bi cinayetên kiryar nediyar û di Girtîgeha Amedê Hejmar 5 de di îşkenceyan de hatine qetilkirin çêkirine. Dîsa portreyên ji Helepçe heta Roboskî ji Şengal heta Rojava bûyerên li Rojhilata Navîn rû dane hatine çêkirin.
Di vekirina pêşangehê de Serokê Daîreya Çand û Tûrîzm a Şaredariya Bajarê Mezin Muharrem Cebe, ciwan pîroz kirin û got, “Ciwanan di dema xwendina lîseyê de ku bi esasgirtina hestyariya civakê pêşangeheke wiha vekirine ji bo huner û hunermendên Kurd hêviyan dide.
Koordînatorê Galeriya Hunerê ya Amedê Bariş Seyîtvan jî, got, “Di aliyê teşwîqkirin û motîvekirina hunermendên ciwan de wê ev piştgirî û tevkarî bidome."
Wê pêşangeh heta 16’ê Mijdarê vekirîbe.