Ji doza ‘KCK’a Silopiyê çi kes nehate berdan!

Ji doza ‘KCK’a Silopiyê çi kes nehate berdan!

Ji doza ‘KCK’ê a Silopiyê ku di nav de Şaredarê berê yê Silopiyê Emîn Togurlu jî heyî, 3 jê girtî bigiştî 10 kes têne darezandin, ji 10’mîn rûniştinê jî çi kes nehate berdan. Doza taloqî 19’ê Îlonê hate kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Rayeya Taybet  a Amedê de, di navbera dîrokê 21-23’ê Îlona 2011’an de li Şirnex û navçeyên wê di bin navê “KCK’ê” de operasyonên hemwext hatin kirin û gelek kes hatin girtin. Di nav de Şaredarê berê yê Silopiyê Emîn Togurlu û rêveberên BDP’a Silopiyê jî heyî 3 jê girtî bigiştî 14 kes hatin darezandin. 10’mîn rûniştina dozê li 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêkhat. Di rûniştinê de girtî Şaredarê berê yê Silopiyê Emîn Togurlu, Serokê DTP’a Silopiyê yê berê Bahatîn Alkiş û endamê Meclisa Giştî ya Bajar Hesen Atak amade bûn. Xizmên girtiyan jî doz şopandin.

Parêzerên mudafî di rûniştinê de dane diyarkirin ku, pêwîste dem dirêj girtî mayîna muwekîlên wan li ber çavan bêne girtin, her wiha bi rêyên legal xebat û siyaset birêve birine. Heyeta dadgehê ku piştî daxwaza serbest berdana parêzeran navber da rûniştinê, biryara girtî bimînin da û rûniştin taloqî 19’ê Îlonê kir.