Ji DBK’ê bo penaberên Şêxmeqsûd banga alîkariyê

Ji DBK’ê bo penaberên Şêxmeqsûd banga alîkariyê

Komîteya Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd bang li sazî û rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku destê alîkariya lezgîn dirêjî koçberên li Efrîn û Kobanê bikin.

Komîteya Alîkariya Mirovî ya Kurd derbarê koçberên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçî Efrîn û Kobanê kirine de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji ber topbarana hêzên rêjîma Bass a li ser taxên kurdan ên li Helebê, gelek welatiyan bi awayekî komî koçî Efrîn û Kobanê kirine û ji ber vê koçberiyê jî li van herêman pirsgirêk zêde bûne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi awayekî lezgîn pêdiviya penaberan bi çadir, xwarin û dermanan heye û bang li sazî û rêxistinên mirovî yên navnetewî û rêxistina alîkariya mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) hate kirin ku destê alîkariyê dirêjî penaberên li Efrîn û Kobanê bikin.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî hate kirin ku ji bo veguhestina alîkariyan rê veke.

Hêjayê gotinê ye ku heta niha van penaberan tu alîkarî ji rêxistinên navneteweyî negirtine.  Hevseroka Giştî ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Muhemed ji AFP’ê re axivî û got: “Di roja yekem a pevçûnan de 100 hezar kes hatin. Piştî deh rojan ev hejmar gihişt 250 hezarî.”

 Beriya niha koçberî ji bajarê Hûmsê yê li bakûr û Derea ya li başûr çêdibûn. Sînem Muhemed ku di heman demê de endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) e dibêje: “Heta niha şêniya Efrîn û derdora wê 600 hezar bû, lê niha gihiştiye 1.5 milyonê.”