Ji çeteyan li dijî sivîlan topbaran: 1 mirî 6 birîndar
Ji çeteyan li dijî sivîlan topbaran: 1 mirî 6 birîndar
Ji çeteyan li dijî sivîlan topbaran: 1 mirî 6 birîndar
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li dijî şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran dixwe, bi tankan êrîşê gelê sivîl dike. Di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê ku nikarin berxwedana YPG’ê bişkînin, êrîşê gelê sivîl dike. Çeteyan taxa Kaniya Kurda ya li rojhilatê Kobanê topbaran kirin û 4 guleyên topê lê ketin. Di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn. Birîndarên di deriyê Sînor ê Murîştpinarê re anîn Pirsûsê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tên dermankirin.