Ji bo şervanê YPG’ê Ozmen konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şervanê YPG’ê Ozmen konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şervanê YPG’ê Ozmen konê sersaxiyê hate vedan
Bi hezaran welatî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê û xebatkarê Azadiya Welat ê berê Mehmet Ozmen (Cûdî Amed) hatiye vedan.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hezaran welatî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo Şervanê YPG’ê û xebatkarê Azadiya Welat yê berê Mehmet Ozmen (Cûdî Amed) ku di berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, hatiye vedan. Di nav de hevserokên rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçe û bajarên Silopiya, hevşaredarên navçe û bajarokên Silopiya, endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn, bi hezaran welatiyên li ber avahiya DBP’ê kom bûn bi heya Taxa Kizirê bi wesayitan çûn û ji vir jî heya konê sersaxiyê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fermandarê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û şervanê YPG’ê Mehmet Ozmen (Cûdî Amed), alên PKK’ê û KCK’ê hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmên, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gihişt qada ku konê sersaxiyê lê hatiye vedan, ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtî endamê MEYA-DER’ê Nadir Kuday sersaxî ji malbata Ozmen re xwest û got ku Şehîd Cûdî Amed ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kiriye. Kuday, diyar kir ku gelê Kurd heya azadiya xwe pêk neyine wê dest ji têkoşîna xwe bernede û heya dawiyê li pey doza şehîdên xwe yên nemir bin.
Piştî Kuday Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Silopiya Îdrîs Aras jî da zanîn ku şehîd tenê ne şehîdên malbatekê, şehîdên hemû gelê Kurd e û ji bo xwedîlêderketina şehîdan spasî ji gelê Botanê re kir.
Piştî Aras li ser navê malbata Mehmet Ozmen (Cûdî Amed) apê wî Nisret Ozmen axivî û diyar kir ku Şehîd Cûdî Amed şehidê hemû gelê Kurd e û got ku ew ê her tim doza şehîdên xwe bişopînin.
Piştî axaftinan girse belav bû û hat diyarkirin ku wê sibe saet 12.00’an de ji bo Ozmen li konê sersaxiyê mewlûd were dayîn.