Ji bo Roboskî û girtiyên nexweş "Rawestiyan"

Ji bo Roboskî û girtiyên nexweş "Rawestiyan"

Li Wanê, bi armanca şermezarkirina biryara dozgeriyê ya li ser komkujiya Roboskî û ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, 7 kesan çalakiya "rawestînê" lidar xistin.

Li Wanê, bi armanca şermezarkirina biryara dozgeriyê ya li ser komkujiya Roboskî ku radestî dozgeriya leşkerî kir û ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, 7 kesan li kolana Hunerê ya taxa Cûmhûyetê çalakiya "rawestînê" lidar xistin. 

Nedîm Yeşîlçinar der heqê çalakiya xwe de got, "Li Kurdistanê bi sedan komkujî hatin kirin, ji van ya dawî komkujiya Roboskî bû. Me biryar da, ku heta ev komkujî were ronîkirin çalakiyên sivîl lidar bixin."

Li gel barana dijwar jî, çalakî li ser kolanê li ser piyan rawestiyan û welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan wan. Ciwan bi qasî 2 saetan li ser piyan rawestiyan û bal kişandin ser komkujiya Roboskî û rewşa girtiyên nexweş. Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.