Ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ji ciwana çalakî
Ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ji ciwana çalakî
Ji bo piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ji ciwana çalakî
Endamên YDG-H'ê li Silopiyê bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li Cizîrê û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakî li dar xistin.
Li navçeya Silopiyê ya Cizîrê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li Cizîrê û piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakî li dar xistin. Ciwanên li taxên Başak û Barbarosê hatin cem hev sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" û "Bijî berxwedana zindana" qîr kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.
Di navbera polîsên bi wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û ciwanên barîkat avakirin pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir û ciwanan ji bi kevir, molotof û bombeyên deng bersiva polîsan dan. Pevçûnan heta derengî şevê berdewam kir.