Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî nimûne hatin girtin

Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî nimûne hatin girtin

Meclisa Tenduristiyê ya Bajarê Efrînê, ji bo lêkolînkirina madeyên ku di êrîşa 13’ê Nîsanê de li dijî Taxa Şêxmeqsûd de hate bikaranîn û bû sedema mirina 3 kesan û jehrîbûna 16 kesan, dest bi xebatan kir. Di vê çarçoveyê de ji kesên ku bi jahrê ketine nimûne hatin girtin û ji bo lêkolînê şandin derveyî Sûriyeyê.

Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê bi alîkariya hin bijîşkan, piştî êrîşa 13’ê Nîsanê û bikaranîna madeyên kîmyewî, dest bi lêkolînê kir. Komîteya ku bi vê mebestê hatiye avakirin, ji kesên ku di êrîşê de bi jahrê ketibûn, her wiha ji kesên ku bi hawara birîndar çûbûn û ew jî bijahrê ketibûn, nimûne girtin. Komîteyên nimûneyên girtibûn, ji bo ku bêne lêkolînkirin, şandin derveyî Sûriyeyê. Endamên komîteyê diyar kirin ku, wê encamên lêkolînê di demên pêş de ji raya giştî re bêne aşkerakirin.

Di 13’ê Nîsanê de bajarê Şêxmeqsûd rastî êrîşê hatibû û di encamê de 2 zarok û dayîka wan jiyana xwe ji dest dabûn, gelek kes jî birîndar bibûn. Piştî êrîşê 7 kesên bi hewara birîndaran çûbûn jî bi jahrê ketibûn. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li Efrînê derketibû holê ku di êrîşê de madeyên kîmyewî hatine bikaranîn û jahrîbûn jî ji ber vê yekê çêbûye. 

Piştî êrîşê Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mirovî kiribû ku lêkolînê bikin. Her wiha Desteya Bilind a Kurd jî heman bang li saziyên navnetewî kiribû.