Ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan

Ji bo girtiyên nexweş kampanya îmzeyan

Kampanya Îmzeyan a ku TUYAD-DER'a Wanê ji bo girtiyên nexweş û azadiya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan doh dan destpêkirin, rastî eleqeyek mezin tê. 

Doh TUYAD-DER'a Wanê bi boneya girtiyên nexweş serbest bên berdan û Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kolana Hunerê, Pêncriyan û Parka Feqiyê Teyran dezgehên îmzeyan vekirin. Kampanya îmzeyan ku doh dest pê kir û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên nexweş dixwaze, di roja duyem de berdewam dike. Dezgehên îmzeyan ku hatin vekirin ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên. Li ser dezgehên îmzeyan pankartên "Bila Girtiyên nexweş serbet bên berdan" û "Ji bo azadiya girtiyên nexweş tu jî dengekî bide" hatin vekirin. Li ser pankartan lîsteya ku navê 433 girtiyên nexweş hatiye nivîsandin hatiye daliqandin. Têkildarî kampanya îmzeyan Rêveberê TUYAD-DER'ê Abdulkerim Bayit, anî ziman ku kampanya di roja 2'emîn de berdewam dike û kampanya rastî eleqeyek gelek mezin tê. Bayit, anî ziman ku heta niha li 3 nokteyên cuda yên Wanê stantên îmzeyan vekirine û gel eleqeyek mezin nîşan dide û got: "Ji niha ve 10 hezar îmze kom bûne. Armanca me em 250 hezar îmze kom bikin. Niha xebata me tenê li navendê tê meşandin. Lê di rojên pêş de em dê biçin li navçe û gundan jî vê xebatê berdewam bikin.