Ji bo gerîlayê PKK'ê Akçîn mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê PKK'ê Akçîn mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlayê PKK'ê Akçîn mewlûd hat dayîn
Li Bîsmîlê ji bo gerîlayê PKK'ê bi navê Emrullah Akçîn (Ekrem Mardîn) yê ku di sala 1997'an de li Herêma Fedaral a Kurdistanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Li Bîsmîla Amedê ji bo gerîlayê PKK'ê bi navê Emrullah Akçîn (Ekrem Mardîn) yê ku di sala 1997'an de li Herêma Fedaral a Kurdistanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn. Mewlûd li Mala sersaxiyê ya Medineyê li Taxa Pişesazî hat dayîn. Hevserokê BDP'ê yê Bîsmîlê Tufan Tunç, Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Rêveberê MEYA-DER'ê û bi sedan welati tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yê gerîlayê PKK'ê Akçîn û alên PKK'ê hat daliqandin. Mewlûd bi kurdî hat xwendin û piştî xwendina mewlûdê xwarin hat dayîn.