Ji bo gerîlayê HPG'ê Birînkur Yildiz konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîlayê HPG'ê Birînkur Yildiz konê sersaxiyê hat vedan

Li navçeya Pirsûs ya Rihayê ji bo gêrîlayê HPG'ê Fethî Yildiz (Birînkur) ku di sala 1995'an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest dabû konê sersaxiyê hat vedan.
gerîlayê HPG'ê Fethî Yildiz (Birînkur) di sala 1995'an de li navçeya Sasonê ya Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî nasnameya Yildiz aşkere bû malbata Yildiz li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê konê sersaxiyê vekir.

Koma ku li ber avahiya BDP'a Pirsusê kom bûn û heta konê sersaxiyê meşiyan. Koma di navde endam û rêveberên BDP'ê heye çûn konê sersaxiyê yê li taxa Hurriyetê hatiye vedan ziyaret kirin. Komê di meşê de bê navber duruşmên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" berz kirin. Malbatê jî kom bi silogana "Şehîd namirin" pêşwazî kir.
Komê pişti rêz girt sitrana "Dayê ez şehîd bim tu negrî" xwendin. Dayika gerîlayê HPG'ê Fadile Yildiz anî ziman ku, ew bi kurê xwe serbilind e û ji bo êdî zarokên wan bes bên kuştin xwest êdî dayik destê xwe bidin hev û li dijî van kuştinan dengê xwe bilind bikin.