Ji bo gerîla Kardan mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîla Kardan mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayê PKK’ê Bayram Kardan (Rizgar) ku di sala 1993’an de li herêma Garzan ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, li Melazgirê mewlûd hate dayîn.

Ji bo Gerîlayê PKK’ê Bayram Kardan binasnav Rizgar ku di 24’ê Tîrmeha 1993’an de li herêma Garzan ya Bedlîsê jiyana xwe jidest da, li Taxa Adalar ya navçeya Melazgira Mûşê mewlûd hate dayîn.

Şaredarê Melazgirê M. Nûrî Balçi, rêveberên MEYADER’ê, BDP’a Melazgirê, rêxistinên navçeya Kopê û bisedan welatî beşdarî mewlûdê bûn.

Li qada mewlûd lê hatî dayîn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Rizgar hatin daliqandin. Her wiha di mewlûdê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin.

Di mewlûdê de Serokê BDP’a Melagirê Maksût Kayretlî axivî û anî ziman ku, bisaya ciwanên Kurd gelê Kurd hatiye vê astê û da diyarkirin ku, êdî Kurd ne kurdên berê ne. Kayretlî got: “Dema ku ew tevlî tevgera azadiyê bûn bêy ku canê xwe bifikirin çûn. Tişta dikeve ser milê me jî şopandina riya wane. Xwedî li bîranînên wan derbikevîn û têkoşîna wan berdewam bikîn.”

Kur mamê gerîla Rizgar Alpaslan Kardan jî got, “Şehîd netenê şehîdên me ne, şehîdên hemû Kurdistanê ne.Heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê li ser rêya wan biçîn.”

Piştî axaftinan mewlûd bidayîna xwarinê bidawî bû.