Ji bo gêrîla Atabay meşa girseyî
Ji bo gêrîla Atabay meşa girseyî
Ji bo gêrîla Atabay meşa girseyî
Ji bo gêrîlayê HPG'ê Cemîl Atabay (Newzat Erdal) ê di sala 2010'an de ligel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, piştî nasnameya wan hat diyarkirin konê sersaxiyê hat vedan. Ji bo gêrîla Atabay meşek bi girseyî hat lidarxistin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) roja 20’ê Hezîranê ragihand ku, di sala 2010’an de 3 gêrîlayên HPG’ê di encama komployekê de ji aliyê kesê binavê Serwer (Star Cemîl) qetil kirin. Ji van sê gêrîlayên HPG’ê ji bo gêrîla Cemîl Atabay (Newzad Erdal) li taxa Akkopru konê sersaxiyê vedan. Piştî konê sersaxiyê hat vedan, girseya ku parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa İtah, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Înîsiyatifa dayikên aştiyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Di meşê de girseyê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qîr kirin. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla Atabay û hevalên wî rakirin. Piştî meşê girsê konê sersaxiyê yê ji bo gêrîla Atabay hatiye vedan ziyaret kirin. Konê sersaxiyê piştî hat ziyaretkirin girseyê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah diyar kir ku, di şexsê gêrîla Atabay û hemû şehîdan de hurmeta xwe nîşan dide û sersaxî ji malbatê xwest. Îtah bang li hemû gelê Kurd kir û xwest ji bo azadiya xwe derkevin kolanan.
'KURÊ MIN MIRINA BI ŞEREF HILBIJART'
Dayika gêrîla Cemil Atabay Aynur Atabay ji hemû kesên kon ziyaret kirin silav kir û wiha got: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Kurê min ji bo aştî, azadiyê û Kurdistanê şehîd bû. Ji bo azadiya gelê xwe şehîd bû. Min kurê xwe kir qurbana îmraliyê. Kurê min li malê bûya jî dê dîsa bimira, lê kurê min mirina herî bi şeref hilbijart. Şehîd namirin". Girse ji bo dayika gêrîla Cemîl bi deqîqeyan li ser piyan li çepikan da.