Ji bo azadiya Ocalan çalakiya ciwanan

Ji bo azadiya Ocalan çalakiya ciwanan

Ciwanên YDG-H'yî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Koşûyolû ya navçeya Baglar a Amedê çalakiyek lidar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doh bi şev li taxa Koşûyolû ya navçeya Amed Baglarê çalakiyek lidar xistin. 

Ciwanan di çalakiya xwe de bal kişandin ser hewldanên pişaftina ciwanan û pankartên bi nivîsa "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" û "Ji narkotîk, fûhûş û pişaftinê re na" daliqandin. Ciwanan ji bo demekê rê li çûn û hatinê girtin û bi molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng bersiv dan destwerdana polêsan. 

Piştî pevçûneke demdirêj, maşîna zirxî neçar ma ji cihê bûyerê biçe. Piştî ku maşîna polêsan vekişiya, ciwanan jî dawî li çalakiya xwe anîn.