Ji bo 4 kesên winda li Girêmîra kolan
Ji bo 4 kesên winda li Girêmîra kolan
Ji bo 4 kesên winda li Girêmîra kolan
Li bajaroka Girêmîran ji bo 4 kesên di sala 1995'an li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatin binçavkirin û pişt re hatin windakirin di gora komî de kolandin hate kirin. Hestiyên di gora komî de hatin dîtin ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî.
Ji bo Mehmet Emîn Atug, Şakîr Demîr, Hîznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr ên di sala 1995'an li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatin binçavkirin û careke din tu agahî ji wan nehate girtin piştî serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li bajaroka Girêmîran a Nisêbînê kolandin hate kirin. Piştî daxwaza kolandina gora tê gotin aydî wan kesan e hate qebûlkirin, di bin çavdêriya Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê de saet di 06.00'an de gor hate vekirin. Hestiyên di gorê de hatin dîtin şandin Saziya Tiba Edlî.
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê têkildarî mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku, di sala 1995'an de Mehmet Emîn Atug, Şakîr Demîr, Hîznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr li gundê navçeya Midyadê ya Mêrdînê hatin binçavkirin û çareke din tu agahî ji wan nehatin girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji wan kesan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate dayîn û li bajaroka Girêmîran a navçeya Nisêbînê gora komî hate vekirin.
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku, kolandin di bin çavdêriya Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê de pêk hat û wiha hate gotin: "Hestiyên di gorê de hatin dîtin ji bo ji Saziya Tipa Edlî re bên şandin hatin girtin. Piştî encama testa DNA'yê dê aqubeta windayan zelal bibe. Gora di sala 2006'an de hate vekirin aydî niştecihên bajarokê nebû."