Ji berxwedêran piştrast in û li benda vegera li Kobanê ya azad in
Ji berxwedêran piştrast in û li benda vegera li Kobanê ya azad in
Ji berxwedêran piştrast in û li benda vegera li Kobanê ya azad in
Malbatên YPG û YPJ’iyan yên li Kobanê hevser, keç, xwişk, bav, bira, zavayên xwe hiştine û hatine Pirsûsê, li benda roja ku vegerin Kobanê ya azad in. Sîdraya biçûk a ku bavê wê YPG’î ye hesreta xwe bi gotina “Dema ez vegerim Kobanê ez ê axa wê bixwim” hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman, Rûken a 9 salî jî bi sirûda “Ey Reqîb” ji bo xwişka xwe ya YPJ’ê silav şand.
Malbatên şervanên YPG û YPJ’î yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin Pirsûsê bi cih bûn li aliyekî li vir têkoşîna jiyanê didin li aliyê din jî li benda vegera Kobanê ya azad in. Dayika bi navê Emîne Sehîn bi kurê xwe yê 6 salî yê bi navê Evdilkadir re li gundê Kesmeyê dimîne. Sehîn bawer dike ku hevserê wê yê 60 salî ku di refên YPG’ê de ye û hevalê kurê wê Hemo Fethî (Artêş) ê di refên YPG’ê de jiyana xwe ji dest da wê Kobanê azad bikin. Mêvanên din ên Kesmeyê jî bavê Roza Wez (Sakîne) ya YPJ’î Mistefa Wez û dayika wê Şahîde Elî ne. Her duyan jî diyar kirin ku zarokên xwe bi hişmendiya azadiyê mezin kirine û zarokên wan ên din jî dikarin li Kobanê tevlî berxwedanê bibin. Zarokên Yasîr Şuko yê YPG’î Sîdra ya 8 salî, Sîma ya 4 salî û dayika wan Wethê Bekî û xwişka Muhammed Mistefa yê YPG’î Medîne Narî jî li gundikê Mîranî yê gundê Kesmeyê dimînin jî diyar kirin ku ew ê vegerin Kobanê ya azad.
Malbata Yasîr Şuko yê YPG’î li Mîraniyê bi 23 malbatan dimînin. Wethê Bekî destnîşan kir ku ew ji gundê Kumçî yê başûrê Kobanê ne û dema li wir bû malbateke dewlemend bûne. Bekî destnîşan kir ku kurê wê û zavayê wê axa wan diparêzin û ji bilî vê sekneke bi rûmet nîn e. Bekî da zanîn ku wan beriya şer jî hembêza xwe ji bo şervanên YPG û YPJ’ê vekirine û got: “Piştî ku ax û malên be ji destên me bê girtin can kêrî çi tê? Zarokên me tiştên aîdî me diparêzin. Ew ê bi ser kevin ji bo vê ti gumana min nîn e.” Medîne Narî jî got ku ew ji hevserê xwe agahî nagire û ev tişt anî ziman: “Ez bi hevserê xwe ser bilind im. Ew namûs û rûmeta me diparêze. Eger zarokên min mezin bûna ez ê jî li cem rêhevalan bûma. Wê Kobanê azad bibe û em ê vegerin.” Sîdraya biçûk jî bi gotina “Dema ez vegerim Kobanê ez ê axa wê bixwim” hesreta xwe ya ji bo Kobanê tîne ziman.
Fethî Elî (60) ê YPG’î yê ji gundê Birê Remê hatine Kobanê û li wir di refên berxwedanê de cih girtiye piştî hewldana çeteyan hevsera xwe Emîne Sehîn, kurê xwe yê 6 salî Evdilkadîr Fethî şandiye gundê Kesme ya li xeta sînor. Sehîn bilêv kir ku ew beriya 20 rojan hatine gundê Kesme û ew tişt anî ziman: “Li Kobanê min ji bo berxwedêran xwarin çêdikir. Piştî ku pevçûn zêde bûn hevserê min, em rêkirin vir. Roja destpêkê heta niha hevserê min di berxwedanê de cih digire, şehadeta kurê min biryarbûna hevserê min xurtir kir.” Evdilkadir ê biçûk jî dibêje ku piştî mezin bibe Wê li cem bavê xwe cih bigire. Dayik û kur li benda vegera Kobanê ya azad in.
BI SIRÛDA 'EY REQÎP' SILAV ŞAND
Bavê Roza Wez a YPJ’î, Mistefa Wez diyar kir ku bi Şoreşa Rojava keça wî bi dildarî tevlî YPJ’ê bûye. Wez da zanîn ku şervanên YPG û YPJ’ê gelek caran hatine gundê wan ê Mişko yê rojavayê Kobanê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê zarokên min bi fikra Rêber Apo ve mezin bûn. Ji ber vê yekê her tim bûn alîgirên azadî û berxwedanê. Min jî ti carî pêşiya wan negirt.”
Wez got ku baweriya wî ew e ku keça wî Roza û rêhevalên wê dê Kobanê azad bikin. Dayika wê Şahîde Elî jî got ku wê Kobanê azad bibe û ew ê vegerin mala xwe.
Xwişka wê Rûken a biçûk jî bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” silav şand xwişka xwe re.