Ji ber paşnavê Muslim rayedarên Başûr nehişt derbas bibe
Ji ber paşnavê Muslim rayedarên Başûr nehişt derbas bibe
Ji ber paşnavê Muslim rayedarên Başûr nehişt derbas bibe
Rayedarên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê yên li ser Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl, welatiyê bi navê Îbrahîm Muslim ji ber ku paşnavê wî û yê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim yek e, asteng kirin. Rayedaran nehiştin ku Muslim derbasî Başûr bibe.
Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Muslim ji çapemeniyê re şandine bûyer wiha pêk hatiye. Îbrahîm Muslim ji bo ku derbarê bûyerên li Til Ebyadê, Til Eran û Til Hasil de agahiyan bide, xwest bi şandeya rêxistina mafê mirovan "Human Rights Watch" a navnetewî re li Başûrê Kurdistanê hevdîtinekê pêk bîne. Muslim ji bo vê yekê ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, lê dema ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî aliye Başûr bû, yanî dema çû Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl, ji aliye rayedarên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê ve hate rawestandin.
Muslim derbarê astengkirinê de ev agahî dan: "Li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, rayedaran nehiştin ez derbasî Başûr bibim. Dema min sedema astengkirinê pirsî, karmendê li ser deriyê sînor bi rêya telefonê bi rayedarê bi navê Ebdilqehar re axivî. Piştre jî ji min pirsa ‘xizmantiya te û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim çi ye? Kir. Li ser vê sedemê nehiştin ez derbas bibin."
Muslim li ser astengkirinê dîsa vegeriya Bakûr.