Ji ber bûyerên Zanîngeha Dîcleyê 8 kes hatin girtin

Ji ber bûyerên Zanîngeha Dîcleyê 8 kes hatin girtin

Ji ber bûyerên li Zanîngeha Dicleyê 3 roj berê 61 kes hatibûn binçavkirin. Ji 61 kesên derxistin dadgehê jê 8 kes hatin girtin.
Li Zanîngeha Dîcleyê piştî di navbera xwendekaran de bûyer derketin di roja 3'emin a bûyeran de polîsan li kamsupa Dîcleyê 61 xwendekar binçav kiribûn.

40 xwendekar li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan û 21 xwendekar jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Dozger 11 xwendekar serbest berdan û 10 xwendekar jî sewqî dadgeriyê kirin. Heyeta dadgehê jî 2 xwendekar serbest berdan û der barê xwendekarên bi navê Ahmet Alınak, Edip Bîngol, Zana Seçkîn, Selam Ergun û Şahîn Oncu û xwendekarên nêzîe Hizbullahê tê zanîn B.F, M.E.O û L.S., de bi îdîaya "Zerar dane malê cemaweriyê ", "Êrîşî hêzên polîsan kirine" û "Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da.