Ji ber bûyerên li banliyoya li Fransayê zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin

Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond-Morettî ragihand ku ji ber serhildana ku 27’ê Hezîranê dema ku zarokek ji aliyê polîsan ve hat kuştin destpê kir, zêdeyî 2 hezar kes hatin darizandin û piraniya wan hatin mehkûmkirin.

Wezîrê Edaletê yê Fransayê Erîc Dûpond-Morettî ji radyoya RTL re axivî. Morettî diyar kir ku ji 1’ê Tebaxê ve 2 hezar û 107 kes hatine darizandin û 1 hezar û 989 kes hatin mehkûmkirin ku sedî 90 ji wan bi rengê cezayê hepsê ye.

Li banliyoya Nanterre ya Parîsê 27’ê Hezîranê zarokek bi navê Nahel, di dema kontrola polîsan de hat kuştin. Piştre qasî 8 şevan bûyerên şîdetê qewimîn. Li gorî Wezareta Karên Hundir di dema serhildanê de nêzî 4 hezar kes hatin destgîrkirin.

Wezîrê Edaletê Dûpond-Morettî 30’ê Hezîranê giştînameyek ji dozgeriyê re şand. Wezîr di giştînameyê de daxwaz kiribû ku polîs û dadger li dijî “yên êrîşên fîzîkî pêk tînin” û “yên malên mirovên dirûst talan dikin”, cezayên giran pêk bînin.

Di dema serhildanê de, bi taybetî li Marsîlyayê piştî mirina kesek 27 salî, bi gumana ku polîsan şîdet pêk aniye, gelek lêpirsînên edlî hatin vekirin.